JI BO EZIL KIRINA SEROKKOMARÊ ÎRAQÊ ÎMZE HATIN BERHEV KIRIN

JI BO EZIL KIRINA SEROKKOMARÊ ÎRAQÊ ÎMZE HATIN BERHEV KIRIN

Li Îraqê ji bo ku Serok komar Berhem Salih ji wezîfeyê bê ezil kirin ji 150 parlamenterî îmze hat berhev kirin.

Uday Awadê ku li Meclisa Îraqê Parlementerê Koma Sadîqunê ya di nav Koalîsyona Fetih Şiiyê da cih digire ji Dadgeha Bingehîn ra nivîs şand û ragihand ku Salih ji bo damezrandina hikûmetê di nav 15 rojan da namzedê koalîsyona herî mezin a li meclisê wezîfedar nekir û li gor destûra bingehîn sûc kir.

Di nivîsa ku îmzeya bi 150 parlementerî hat pêşkêş kirin da hat xwestin ku bila Serok komar Berhem Salih ji wezîfeyê bê dûrxistin.

Li gor destûra bingehîn a Îraqê Serok komar ji bo damezrandina hikûmetê divê di nav 15 rojan da wezîfeyê bida namzedekî lê namzedê hatibû pêşniyaz kirin nehat wezîfedar kirin û ji ser qewl ra jî 3 roj derbas bûn.

Pustên heman beş