LI IDILBÊ 25 HEZAR SIVÎLÊN DIN MALÊN XWE HÊLAN

LI IDILBÊ 25 HEZAR SIVÎLÊN DIN MALÊN XWE HÊLAN

Bi sedema êrîşên berdewam yên rejîma Sûriyê û Rûsya Federal,  ji duh roja şemî 25 hezar sivîlên din yên Idlibê malên xwe bi cî hêlan û ber bi xeta sînorê di gel Tirkiyê de reviyan.

Li gorî saziyên mafên mirovan li Sûriyê, bi sedema êrîşên berdewam yên balefirên ceng yên rejîma Sûriyê û Rûsya Federal li ser navçeyên kêm kirina aloziyê yên parêzgehiya Idlibê, 25 hezar sivîlên din malên xwe bi cî hêlane û ber bi xeta sînorê li navbera Sûriyê û Tirkiyê de koçber bûn.

Balefirên rejîma Sûriyê duh êrîşa hejmareke gundên Idlibê kirin, herî kêm 28 kes hatin kuştin û birîndar kirin, îro jî bordoman çêbûye û 5 sivîlên din jiyana xwe wnda kir.

Li gor saziyên mafên mirovan, ji destpêka meha rabûrî heya niha, herî kêm 205 hezar sivîlên Idlibê û derdûra wê navçeyên xwe bi cî hêlane û koçberî xeta sînor bûne, li dema salekê jî zêdetir ji milyon sivîlan koçber bûne.

Pustên heman beş