ÊRÎŞA DAGÎRKERAN LI GELEK HERÊMÊN ROJAVA KURDISTANÊ DIDOME

Êrîşa dagîrkeran li gelek herêmên Rojava Kurdistanê didome

Hêzên Sûryaya Demokratîk eşkere kir, êrîşa arteşa dagîrkariya Tirk li hejmareke herêmên Rojava Kurdistanê didome, bi taybet li gundewarên Serêkaniyê, Eyn’îsa û Tiltemir  û Kobanê.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Sûryaya Demokratîk di beyaneke nivîskî de eşkere kir, êrîşa dagîrkerên Tirk û komên çeteyên girêday wê, li ser hejmareka herêmên Rojava Kurdistanê berdewame, bi taybet li gundên Serêkaniyê, Eyn’îsa, Til temir û Kobanê.

HSDê encamên êrîşên arteşa Tirkiyê û dovelankên wê li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê eşkere kir û got: dagîrkeran li gelek herêman tevgera xwe dewam dikin û êrşî gelek gundên li xeta Serêkaniyê, Tiltemir, Eyn’îsa û Kobanê kirin.

Da zanîn ku li Tiltemrê arteşa dagîrker bi çekên giran û bi piştevaniya balefirên bê pîlot êrşî qadên sîvîlên li gundên Erîşa û Salihiyê kir.

Di encama wê de ziyanên madî gihîştin gelek zevî û malên welatiyên sivîl, her wiha komên çeteyan bi çekên giran êrîşî derdora gundê Til Mhemed kir.

Di beyana HSDê de hatiye: komên çeteyên girêdayî arteşa dagîrker bi çekên giran û gule topan êrişî herêmên sîvîlên li derdora gundê Bab el Ferec kir.

Hemwext bi çekên giran herêmên sîvîlên li derdora gundê Tîna bi dijwarî topbaran kir, di encama wê de, ziyanên madî gihîştin zevî û mal û milkên welatiyên sîvîl.

Pustên heman beş