ŞÎ’E DIXWAZIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LAWAZ BIKIN

ŞÎ'E DIXWAZIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LAWAZ BIKIN

Pêgeha Be’sîyan di xwepêşandanan de bihêze û dixwazin vegerin desthilatê

Xwenîşandanên Îraqê dema 2 mehane berdewamin û niha gihiştine astekî wiha ku xetera wan ne tenê li ser Îraqê ye, belku yek ji amancên wê, lawaz kirina pêgeha herêma kurdistanê ye.

Bi derbasbûna du mehan li ser xwepêşandanan, niha Îraq ketîye di gêleşokekê de ku derbasbûn têde zor bi zehmete, her ku diçe, agirê xwepêşandanan geş tir dibe û Îraq ber bi arasteyeke nediyar û ne zelal diçe.

Li gor çavkaniyên Darka Mazî, agirê xwepêşandanên Îraqê bi sedema hinek xalên sereke geş dibe, dikarîn wiha rêz bikîn:

Xala yekemîn: ji ber ku ji sala 2003an û heya niha pere li Îraqê tê mezaxtin û xizmet têde tuneye, wate bi kurdî dibêjin vê cure xizmetê “ji gay guh bo xelkê diçe” ev bûye sedem ku beşa her zor ya xwepêşandanan ji wilatîyên stem dîtî be, ew wilatîyên îro jiyan lê bûye goristan.

Aliyê duyemîn yê xwepêşandanên Îraqê ji kevne Be’sîyan pêk tê ku hemû hewlan didin caddeya Îraqê ji bo xwe bikin amraz bi armanca guherîna sîstema hukimranîyê û bi guherîna desthelatê, ew bikarin careke din desthilata xwe ya caran vegerînin.

Ser rast kirina destûrî û sîstema hilbijartinê liser Kurdistanê xetere

Xala sêyemîn: beşeke hêzên şî’e rol di van xwepêşandanan de heye û armanca wan ewe ku bi azrandina caddeya Îraqê, ew bigihin armanca xwe, armanc jî ewe ku guherînan di destûra Îraqê û sîstema hilbijartinan de bikin, fuksa wan jivan guherînan lawaz kirina pêgeha Herêma Kurdistanê di destûrî de û guherîna sîstema federal û kêm kirina rêjeya kurdan di parlemena Îraqê de.

Xala çaremîn: aliyên ku beşdarin di van xwepêşandanan de di bê serkêş bin, jiberku armancên wan ne yekin û ev jî wê Îraqê ber bi malwêraniyeke mezin bibe.

Pustên heman beş