KÊKA DESTHILATDARIYA ÎRAQÊ LI MALA HADÎ AMIRÎ TÊ PERÇE KIRIN

KÊKA DESTHILATDARIYA ÎRAQÊ LI MALA HADÎ AMIRÎ TÊ PERÇE KIRIN

Îşev li demjimêr 7:30 xolek bi dema Bexda ya paytexta Îraqê li mala Hadî Amirî, wezîrê berê ê wezareta vegohastina Îraqê û fermandarê rêkxistina Bedir ku bi şaxa serbazî a civata blind a îslamî li Îraqê tê nasîn û di heman dem de bi kesekê nêzî Qasim Suleymanî fermandarê supayê Quid’s ê Îrana îslamî tê naskirin deme ku biryarên herî girîng liser pêşeroja Îraqê werin dayîn.

Îşev hejmareke herî zêde a aliyên siyasî ên Şî’e, Sine û kurd li mala Hadî Amirî bi hevre civîyan ji bo namzed kirina kesekê ji bo posta serok wezîrên Îraqê, a eşkere eve ku niha Sine ji “Qosey Soheyl” namzedê Şî’eyan ne razîne û dixwazin kesek din li ciyê wî were namzed kirin, ev yek dide diyar kirin ku aliyên siyasî li Îraqê dixwazin bi awayeke cuda kêka desthilatdariya Îraqê liser xwe parve bikin.

A herî diyar ku di xwepîşandanên li dijî hikûmeta Îraqê hatîn encamdan bihêz ketina Be’sîyan di hundirê Îraqê de ev yek jî bûye sedema wê yekê ku tiris û lerzek mezin li cem aliyên siyasî ên Îraqê bi giştî û bi taybetî aliyên şî’e dirist bibe, lewra dixwazin pêş ku kêka desthilatdariya Îraqê ku niha beşek mezn jê şewtiye, pêş ku bi temamî bişewite û jinav biçe beşek biçûk ji vê kêkê ji aliyên din re berdin û beşa mezn ji xwe re bihêlin.

Darka Mazî wê sibe wê zanyariyên hûr liser çawaniya perçe kirina kêka deshilata Îraqê parve biket.

Li benda me bin…

Pustên heman beş