RÛSYA JI BO QEBÛL KIRINA HSD’Ê FIŞARÊ LI REJÎMA SÛRIYÊ DIKE

RÛSYA JI BO QEBÛL KIRINA HSD’Ê FIŞARÊ LI REJÎMA SÛRIYÊ DIKE

Rûsya daxwazê li hikûmeta Sûriyê dike hêzên Sûriya demokratîk (HSD) bi taybetmendiyên xwe qebûl bike. Rayedareke PYD’ê jî dibêje Rûsya bê guhdana ti aliyekê tişta bixwaze dike.

Li rojavayê kurdistanê mijara Rûsya fişarê li Sûriyê dike daku li gel HSD’ê lihevhatinê bike bûye rojev. Malpera kenala El Erebiye roja 19ê berfanbarê ev mijar piştrast kir û li ser zimanê çavkaniyeke kurd belav kir, “hikûmeta Şamê rûbrûyê fişarên Rûsyayê bûye ji bo qebûl kirina HSD’ê di nav artêşa Sûriyê de bi taybetmendiyên xwe.”

Li gor wê Kenalê, “hikûmeta esed tirseke mezin heye û nîgerane derbarê hevkarya di navbera polîsên serbazî yên Rûsyayê û hêzên HSD’ê de û dixwaze artêşa welatê wê li şûna HSD’ê li rojhilatê Firatê cih bigire.

Ew çavkanî dibêje, “Rûsyayê HSD’e pişt rast kiriye ku ew wê bi xwe beşdariyê di gotubêjên di navbera rêveberiya xweser û Şamê de bikin ji bo ku bibin hêzeke fişar kirinê daku gotubêj ser bikevin.”

Rûsan herwiha ji HSD’ê re ragihandiye, “Viladîmêr Potîn hatiye ser xet û daxwaz ji Beşar Esed kiriye gotubêjan li gel kurdan bi cidî bigre û pêwîste di zûtirîn dem de pirsa kurdan di çarçoveya sûryê de bê çareser kirin.”

Ew çavkanî di dawiya gotnên xwe de dibêje, “niha Rûsya bi hevkariya HSD’ê hêzeke serbazî li rojhilatê Firatê û Minbicê pêk tîne ji bo ku li gel polîsên serbazî yên Rûsyayê li navçeyên sînorê li gel Tirkiyê bigere.”

Pustên heman beş