PENTAGON: ERDOGAN NIKARE ENCERLÎKÊ LI ME QEDEXE BKE

PENTAGON: ERDOGAN NIKARE ENCERLÎKÊ LI ME QEDEXE BKE

Wezareta berevaniya Emerîkayê li derbara bingeha asîmanî ya Encerlîkê daxuyanî da û serokê Tirkiyê têde direwandiye.

Wezareta berevaniya Emerîkayê serok komarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, li der heqê gefên wî yên girtna baregeha Encerlîkê ya asîmanî bi rûyê hêzên emerîkayê de, direwand û ragihand ku wan çendîn peyman bi şirketên dewleta Tirk re li ser pêkanîna xebatên ava kirinê li baregeha Encerlîkê îmze kirine.

Pentagonê îro li ser malpera xwe daxuyanî da ku bi nirxê 95 milyon dolaran bi 8 şirketên Tirkiyê re, peyman hatîye îmze kirin.

Li gor Pentagonê, tê texmînkirin ku dê xebat berya dawiya sala 2024an bi dawî bibe.

Amerîka baregeha Encerlîkê ya asîmanî li bajarê Edenê li başûrê Tirkiyê bi kar diîne, weke beşek ji hevkar û hemahengiya hevpeymaniya Natoyê de.

Di demekê berê de, serok komarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan, gef li girtina baregeha Encerlîkê bi rûyê Emerîkayê de kir weke berisvek ji bo cezayên Emerîkayê li ser wilatê wî.

Têkilîyên Emerîka û Tirkiyê piştî kirîna enqereyê bo sîstema parastina asîmanî ya bi navê S-400 ji Rûsya federal û êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîhev bûne.

Pustên heman beş