DAIŞ LI IRAQÊ ÊRÎŞAN PÊK DIÎNE: 5 KUŞTÎ, 10 BIRÎNDAR

DAIŞ LI IRAQÊ ÊRÎŞAN PÊK DIÎNE: 5 KUŞTÎ, 10 BIRÎNDAR

Li Kerkûk, Mûsil û Selaheddîn yên bajarên Iraqê di êrîşên DAIŞ’ê rêxistina terorê da 5 hêzên ewlehiyê hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Şaxa Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî Wezareta Parastina Iraqê daxuyanî da li gundê Es Salahiyeya li ser bajarê Selaheddînê dema esker derbas dibûn, bombeya li ser rê hatibû bicihkirin hat teqandin.

Hat gotin ji ber êrîşê 2 esker hatin kuştin, 3 esker jî birîndar bûn.

Serefser Faysal el Cuburiyê ku li Mûsilê wezîfedar e daxuyanî da medyayan û ragihand li Guwera bajaroka Mexmûrê dema hêzên Heşda Şebiyê dewriye digeriyan êrîş li wesayîta wan hat kirin.

Cuburî got bombeya li ser rê hatibû bicihkirin hat teqandin, 2 endamên Heşda Şebiyê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Serefser Hemîd el Ubeydiyê li ewlekariya Kerkûkê wezîfedar e jî behsa du êrîşên DAIŞ’a rêxistina terorê kir.

Ubeydî got DAIŞ’ê êrîşî du cihên ewlehiyê yên ji bo parastina bîrên neftê Habbazayê hatine avakirin, kir û di êrîşê da polîsek mir, 2 poles jî birîndar bûn.

DAIŞ’a rêxistina terorê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selaheddîn û Enbara wîlayetên Iraqê û qismekî Dîyala û Kerkûkê zeft kiribû, ev herêm çend sal şûnda ji destê rêxistinê hatibûn xilaskirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû li hemberî DAIŞ’ê ew bi ser ketin.

DAIŞ ji herêmê hat derxistin û ji wê rojê heya niha 2 sal derbas bûn, lê dîsa jî rêxistin li van bajaran êrîşên xwe didomîne.

Pustên heman beş