Roboskê birîna ku xwîn jê tê û şaşîyên KCK’ê û HDP’ê

ROBOSKÊ BIRÎNA KU XWÎN JÊ TÊ Û ŞAŞIYÊN KCK’Ê Û HDP’Ê

Li Roboskê liser kuştina 34 zaro û ciwanan 8 sal derbas dibin, du roj pêş ser salê 28/12/2011ê ciyê ku hemû kes bi hêvyên ser salê di nava hinek xeyalan de bûn, balefirên dagîrkarên Tirk 34 xortên nû gihîştî yên gelê kurd bi şehîd xistin, ev jî ji bo ser sala kurdan a nû bo xem û kovanek pir kûr.

Li Roboskê çi qewmî

Gundê Roboskê ê ser bi qeza “quleban” a ser bi parêzgeha Şirenxê 34 ciwanên kurd bi rengeke wehşîyane hatin şehîd kirin, gundên liser sînorê Başûrê Kurdistanê debara jiyana xwe liser qaçaxçîtiyê dikin, qaçaxçîtî weke qedera her însanekê vê navçeyê ye, parçe bûna Kurdistanê tu caran di dilê kurdan de nehatîye pejirandin, sînorên destkird tu caran ji aliyê gelê kurd de nehatîne nas kirin, Dayikek ji Dayikên şehîdên Roboskê dibêje ew pereyên zaroyên me bi rêya qaçaxçîtiyê di înan me pê qesir û îmare û firoşgeh dirist ne dikirin ew pere bi tenê ji bo xwe rizgar kirin ji birçî bûnê bûn, di nava zirofên pir zehmet “hem di warê siruştî hem di warê dijminî de”  ev sînore dihatin bezandin ew roj zarok û ciwanên Roboskê liser sînorê “Heftenînê” bi dewarên xwe risqê xwe ê rojî di birin, ew ciwan bûn armancên balefirên cengî ên Tirkan ji van şehîdan 19 kes li bin 18 saliyê de bûn, balefirên Tirkiyê ên êf16 bi hovane ev zarok û ciwan û dewarên wan qetil kirin.

Yê ku li destpêkê çûy ciyê bûyerê  “Tewfîq Encu” digo hemûyan weke têşkên Kewa xwe kirbû bin dewarên xwe de, min gelek parçên leşê zaroyan dinav parçên leşên dewaran de vewjartin, 7 kesan destê hevdu girtibû û li bin girên axê de şehîd bibûn.

Adem Ant 18 salî, “Yoksel Ûrek” 17 salî, Mihemed Enco 15 sal, Şivan Enco 14 salî, Erkan Enco 13 salî û Seyîd Enco 22 salî bi hîvya ku balefirên cengî ên Tirkiyê wan nebînin xwe li bin dewarên xwe veşart bû, di nava barên xwe de ji bo zaroyên xwe diyarî yên serê salê kirîbûn, wan nedizanî ku diyarî wê ji bo wan bibin şînî.

Gelo ji bo van mirovên hatî teror kirin pêvajoya hiqoqî çewa meşiya bû û berpirsyariya wan kê rakir û çi çêbû?

Bê mesoletiya HDP’ê li derheq vê dozê çewa bandor kir?

Diyar bû ku dewleta Tirkiyê bûyereke mîna bûyera Roboskê qebûl nake û dozgerya Tirkiyê jî bi tu away tawanbaran siza nade û dewletê pêngava yekemîn go balefiran bi şaşî Roboskê bordoman kiriye, piştre go me hinek gropên terorîst bordoman kirîne piştî ku ev komkujî derketî di nava veciniqînekê de dewletê xwe kerr kir, ji bo dadgeh kirina berpirsên vê bûyerê  bi navê kurdan HDP’ê  berpirsyarî wergirt lê HDP’ê  di dergehên dozgerya Tirkiyê de çi encam bi dest nexistin lser vê esasê serlêdana dadgeha blind a mafên mirovan li Ewropayê kir “AIHM”.

Dadgeha Ewropa bûyereke di vê astê de gring nedikarî liber çav wernegire, dozgeriyê daxwaza hinek dukomêntên bûyerê  kirin lê li gorî hinceta hatî nîşan dan ji bo ko parêzeran ev dukomênte direng şandine dozgerya Ewropayê, dadgehê ev dukomênte refiz kirin, liser vê biryara “Ahîmê” malbatên şehîdên Roboskê li himber HDP’ê  nerazîbûn nîşan da, HDP’ê  berpirsyariya vê dozê dabû ser milên xwe lê HDP’ê  ev encame weke kêmasiyek şexsî nirxand, parêzerê vê dozê “Noşêrwan Êlçî” ji bilî vê biryarê di heyvekê de bi rêya PKK’ê û HDP’ê  bo serokê “Baro”ya Şirnexa di niha da di serê her kesê da ev pirse heye ji bo kurdan bûyerek ev qas gring çima ser wê hat girtin, çewa çêdibe du rûpelên dukomêntan direng ji bo dozgeriyê bişînin, ev qas komkujiyek  mezin dewleta Tirk çewa bê sizayeke navdewletî dimîne, helwesta HDP’ê  ya vê dozê mirov nikare bi bê berpirsyartî binav bike, ev yek li himber gelê kurd sûç kirine û lazime nehê qebûl kirin, heman demê berdevk û cêgirê serokê giropa HDP’ê  “Ayhan Bîlgen” daxweyanî belavkir û go helwesta HDP’ê  nayê qebûl kirin û li 19/12/2012an weke helwestek dest ji karê xwe kişand, di vê bûyerê  de bi kuştina 34 ciwanên kurd dewlet çend berpirsê yekemîn be, HDP’e jî ewqas ji bo ku Tirk di asta navdewletî de nehên dadgeh kirin bi qasî dewletê gunehbare, Roboskê qetil ameke din a gelê kurde bi destê dewleta Tirk.

Rêveberiya KCK’ê mîna her sal ev sale jî go emê hsaba Roboskê ji dewletê re bixwazîn, daxweyanîya KCK’ê bi vî awayî ye “biryara qetil ama Roboskê bi devê Teyîb Erdogan derketye û digo di nava van 45 kesan da dibe ku kesek ji PKK’ê hebe ma em çi bikîn û dipirsî Erdogan ji bo kuştina hemûyan emir da, yên bi dewaran baran dikêşin bi hezaran biçok û ciwan jî ban da Erdogan nefsî biryarê det, himber gelê kurd bi vê zihnîyetê şerê qirr kirinê tê meşandin”.

Ger mirov rastiyê bibêje nirxandina KCK’ê bi vî away dewleta Tirk li dervey encamdana vê bûyera dil bi êş dihêle jiberku komara Tirkiyê ya dagîrkar ya ku 97 sale hatî damezrandin qay çi qetil am bi serê Kurdan nekiriye ku ev wek bûyereke AKP’ê tê dest nîşan kirin û nasnama dewletê ya bi qirr kirina kurdan hatî avakirin nayê dîtin weke pisgirêka AKP’ê û serokê wê Erdogan tê dest nîşan kirin, bi vê fikra şaş KCK nikare hisabê ji tu kesê bipirse û malbatên şehîdan wê dinava kul û kovanên xwe de bimînin.

Bi kurtî Roboskê hêjan xwîn jê tê, ewên ku 34 ciwan şehîd krî nehatin sizadan û HDP’ê û KCK’ê berevajî erk wergirtine û nehêla dewleta Tirkiyê di qada navdewletî da bihête dadgeh kirin û tawan hemû liser Erdogan dît û dewleta Tirkiyê di bûyerê de bê tawan didît, lê di wîjdana gelê kurd da ev bûyer hatye dadgeh kirin û dewleta Tirk a dagîrkar weke berpris hatye qebûl kirin.

Pustên heman beş