TALÎBANÊ 17 KES LI ROJHILATA EFXANISTANÊ KUŞTIN

TALÎBANÊ 17 KES LI ROJHILATA EFXANISTANÊ KUŞTIN

Mîlîtanên tevgera Talîbanê li Bakurê Rojhilata Efxanistanê li navçeya Hoca Bahawdînê ya wîlayeta Taharê, êrîşî Qereqola gundparêzan kir û 17 gundparêz hatin kuştin.

Berdevkê walêtiya Taharê Cewad Hîcrî daxuyanî da çapemeniyê û got ku mîlîtanên îro roja yekşemî 29/12/2019an li Hoca Bbahawdînê êrîşî Qereqola gundparêzan kir.

Hîcrî diyar kir ku di êrîşê da 17 gundparêz hatin kuştin, 4 gundparêz jî brîndar bûn.

Hîcrî destnîşan kir ku piştî ku hêzên piştevaniyê gihiştin herêmê, mîlîtanên Talîbanê paşvekêşiyan.

Di daxuyaniya Talîbanê da jî hat îdîa kirin ku di êrîşê da 21 gundparêz hatin kuştin.

Pustên heman beş