Arteşa Îraqê hêzeke herî zêde şande derdûra parêzgehên Dîyala û Kerkûkê, ev hêz jî di çarçûveya operasyona bi navê “Îradet Nesr” li dijî rêxistna DAIŞ’ê hatiye şandin.
Îro roja yekşemî 2912/2019an, arteşa Îraqê û Heşda Şebî, dest bi qonaxa 8an ya operasyona Îradet Nesr li dijî rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê dest pê kir û eşkere kir, ev qonax wê li 5 enyên cuda were meşandin.
Arteşa Îraqê di beyaneke nivîskî de dest nîşan kir, îro li enyên “operasyonên Neynewa, Cezîre, Selaheddîn û her wiha li Dîyala û Kerkûkê” qonaxa 8an ya operasyona Îradet Nesr li dijî DAIŞ’ê hatiye dest pê kirin.
Her wiha amaje kir, piştî ku xelkê navçeyê hest bi vegerîna livînên DAIŞ’ê li navçeyê krî, wan îro operasyon dest pê kir û têde wê ev enyên dest nîşan krî ji paşmayên terorê bên ramalîn.
Piştî aloz ketina rewşa Îraqê, rêxistna terorîstî a DAIŞ’ê delîve ji bo xwe dîtiye ku li gundewarên hinek ji parêzgehên Îraqê û her wiha navçeyên kurdistanê livînan bikin, lê belê li vê dawyê hêzên pêşmerge li navçeyên kurdistanê û arteşa Îraqê li parêzgehên din, operasyon li dijî terorê dane meşandin.