LI ÎRAQÊ BALEFIRÊN CENG 6 TERORÎSTÊN DAIŞ’Ê KUŞTIN

LI ÎRAQÊ BALEFIRÊN CENG 6 TERORÎSTÊN DAIŞ’Ê KUŞTIN

Li Îraqê di êrîşa asîmanî ya dijî cî û sengerên rêxistna terorê DAIŞ’ê, li nêzîkî sînorê Sûriyê da, 6 terorîst hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya polîsên federal li sînorê parêzgeha Mûsilê, balefirên ceng yên arteşa Îraqê îro roja yekşemî 29/12/2019an êrşa asîmanî li ser cî û navendên rêxistna terorê ya DAIŞ’ê li nêzî sînorê sûryê pêkanî û di encamê de 6 terorîst hatin kuştin.

Her wiha dest nîşan kir, balefiran hejmareka pêgehên DAIŞ’ê li bin erd hedef kirin ku terorîstan xwe têde asê kirbûn û ji wan pêgehan êrîş li navçeyên sînorê Îraq û Sûriyê pêk di anîn.

Rêxistna terorê DAIŞ’ê piştî ku li dîsambera 2017an li Îraqê xaka ku kontrol dikir ji dest derket, ji wê demê û ji bo ku terorîstên paşmayên wê rêxistnê xwe veşêrin, ew daketin bin erdê û tonêl kolan û bi rêya wan tonêlan hereketên xwe li navçeyên sînor di meşînin.

Dema 2 salan li ser jinav birina DAIŞ’ê ra derbas bûye, lê belê li Kerkûkê di serî de û li deverên gundewarên parêzgehên weke Mûsil, Dîyala û Selaheddîn rêxistin hebûna xwe didomîne.

Pustên heman beş