Komîsyona mafê mirovan ya li Îraqê diyar kir ku ji meha Oktoberê ve, di xwepêşandanên Îraqê de herî kêm 490 kes hatîne kuştin.
Xwepêşandanên li Îraqê li dijî gendelî, sîstema rêveberiya welat û daxwaza xizmetguzariyê, ji meha Oktoberê ve dewam dikin, heya îro jî xwepêşan dewam dikin, li derbarê rêjeya kuştî û birîndaran de, Komîsyona blind ya mafên mirovan ya li Îraqê daxuyanyek belav kir.
Li gor komîsyonê 490 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 22 hezaran jî brîndar ketine, her wiha hate gotin ku 56 xwepêşander jî çarenvîsa wan ne diyare û nayê zanîn, Komîsyona blind di daxuyaniya xwe de behsa kesên hatîn binçav kirin yan jî girtin nekiriye.
Her çend ku serok wezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî li 29 meha rabûrî li ser banga xwepêşanderan îstîfa kir, lê hîn jî xwepêşandanên li Îraqê dewam dikin.
di rojên dawyê de jî serok komarê Îraqê berhem Salih hazirî ji bo îstîfa kirinê diyar kir, xwepêşander jî dixwazin namzedek ser bi xwe ji bo namezdiya seroktîya hikûmeta Îraqê were diyar kirin.