PKK’e û tesfiye kirina tesfiyeçiyan û xaîn kirina qehremanan

Beşa yekemîn

Dîroka hatiye nivîsandin gereke hertim mirov bi goman nêzî bibe, yê ku dîrokê dinivîsîne di berjewendiya xwe de dinivîsîne, ger hûn li rûpelên dîrokê binêrin qehreman bûne Xaîn û Xaîn bûne qehreman, ew tiştê ku hatye gotin ger bi berdewamî bihê gotin û nivîsandin wê bibe sedem ku rastîyek hatiye jiyan kirin.

Ciyê daxê ye ku dîroka kurdistanê jî bi vî awayî ye bi taybetî di van 40 salên dawyê ku PKK’e bûye xwedî arşîfek mezin ji nivîsînê ku dîrok nivîsandiye û qehremanên rastî bi Xaîn nîşan dane û di vê yekê de serketin aniye, belku di vê babetê da yê ku bihête rexne kirin ne bi tenê PKK’e be jiberku yên ku rastiyê dizanin herî kêm kesê mixalîf ev kesane li himberî îşkal kirina dagîrkirina vê hula nivîsandina PKK’ê bê deng man, li himber fişara ku PKK’ê krî ew kes tirsiyan û beref paş çûn ji nivîsandin û diyar kirina rastiyan, jiberku yên ku da dîrokê nivîsînin ew jî da hên lêdan û Xaîn kirin û kuştin, belê PKK’e da vê yekê encam bide.

Yê ku fikireke cûda ji PKK’ê hebe rexmê ku hevalê PKK’ê jî be PKK’e wî dikuje û dikare çavê xwe jî negire li dema kuştina wî kesî de, gelo ger PKK’e bikare heval rêyên xwe yên hizir cûda bi bêrehmane bikuje wê mirov bi tu awa li benda rehma PKK’ê be ji bo wan kesên li dijî PKK’ê?

PKK’ê mefhomê xwe ê bingehîn ku xwe pê birêve dibe, ji pirtûka Ocalan a bi navê “tesfiye kirina tesfiye çiyan” werdigire, pirtûk di cewherê xwe de bas li mixalifên di nava PKK’ê de û kesên ku rexnên xwe liser terzê rêve birina PKK’ê hey dike ku çewa ew kes hatin tesfiye kirin û çewa bi têkder û sîxur hatin binav kirin. PKK’e bi berdewamî peyvên bi vî awayî bikar diîne ku dibêje ji bo demokrasiyê  û fikirên cûda me hurmetek zêde heye, lê rewş temamen berevajî vê yekê ye, hertim cûda bûna weke gefek ji bo hebûna xwe mêze dike, yan wan cuda bûna bê tesîr dike yanjî wan cûda bûna bi temamî û fîzîkî îmha dike, ew gotna tesfiye kirina tesfiyeçiyan tune kirina cûda bûna ye, di dîroka PKK’ê de tesfiye kirina qadroyên xwe û Xaîn îlan kirina wan du serdemên bingehîn hene yek ji vana 1980-1986an daye û serdemê tesfiye kirina duyê dinavbera sala 1999-2007an daye.

Bi taybetî Ebdulla Ocalan piştî sala 1999an ew berevaniya ku di dadgehên Tirkiyê de li xwe krî û ew peywendiyên seiyr yên digel dewleta Tirkan da bo sedem ku tevlîhevyekê di serê însanan de ava biket, ev tevlîhevî ne bi tenê di serê qadroyên jûr û yên navîn de dirist bû belku di serê qadroyên nû de jî dirist kir, ew şervanên nû ji bo ku ne kevin dest dewleta Tirkiyê  ku bi dujminên xwe dizanin gulle û romane ya dawyê ji bo kuştina xwe hêlaye ew kesê ku wan şervanan jêre di got serok Apo teslîm bûye û bas li keftine bin xizmeta dewleta Tirkiyê dike ev xale bûye xaleke şikestinê jibo hemû şervanan û rêxistin beref belav bûnê bir, êdî rêkxistinê nedikarî qadroyan îqna bike ji bo vê yekê jî her kes bi fişar û tiris bê deng dikirin, veqetandina yekê Dixtor Silêman û giropeke hevalên wan bûn ku bi kom ji rêxistnê veqetiyan û bi Xaîn hatin binav kirin û heta di got bi îhtîmaleke herî zêde ew sîxurên dewletê ne, lê van gotna Qadro aram ne kirin, PKK’ê dest bi tesfiye kirina gropên biçûk kirin ku îhtîmal didanê ew bûbûne dijber, tesfiye kirina “Fayeqê Rojavayî”  weke xwe întîhar kirin xistiye pêş çavên gel.

PKK’ê kuştina Qadroyeke din ê serkirde bi navê “Faroq Bozkurt” bi kod navê “Nasr” weke kuştin bi destê giropeke dijberê PKK’ê da nasandin, biryara kuştina “Nasr” bi rûniştna her 8 kesên Rêveber hat nîqaş kirin û biryar liser dan, Nasr li sala 1980yan tevlî rêxistnê bûye û wilatparêzek rast û dirist bû û jiyana xwe li çîya derbas kir û di gropên yekemîn ên gerîlayên PKK’ê de cî girt, ji xeta Zagros û Badînan û li Amedê û li Xerzanê bi sala Gerîlatî kir, tek sûça wî ew gotin bû ku ew telîmatên ku ji îmraliyê dihatin dirist ne di dîtin, di got nêzîk bûneke bi vî awayî bi dewleta Tirkan re nabe, rêveberî şaştiyê dike, û piştî girtina yek salê jêre gotin xwe amade bke, emê biçin, li ciyê ku lê dima derxistin û birin pişt kevrekê û ew gulle baran kirin. Ji bo kuştina wî Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Mistefa Qarasû û rêveberên weke van ev biryare stand bû. Piştî 13 salan “Nasr” weke şehîd hat îlan kirin, yê ku Nasr weke şehîd îlan krî û yê ku “Nasr” daye kuştin jî dîsan Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Mistefa Qarasû bûn, bi kurdî dibêjin “bi gorgan re dixwe û bi pezî re digirît” her wek ev gotine ji bo PKK’ê hatye gotin dema ew kesên ku PKK’ê bi xwe kuştî û her ew bi xwe wan kesan bi şehîd îlan dike.

“Barzan Dore” bi kod navê “Haronê ser mezin” dema ji nava PKK’ê vediqete, PKK’e li dûv dikeve û wî dikujin.

Fîlîz Yerlîkaya” bi kod navê “Golan” hat xendiqandin lê tu kes nizane ev însane bi tu away hat xendiqandin, PKK’e dibêje YNK’ê ji derve bikuj şandine û ev kese kuştiye. Em dikarin gelek mînakên bi vî awayî bas bikîn.

Pustên heman beş