JI BO SEROKWEZÎRIYA ÎRAQÊ NAVÊN NÛ HATIN PÊŞNIYAZ KIRIN

JI BO SEROKWEZÎRIYA ÎRAQÊ NAVÊN NÛ HATIN PÊŞNIYAZ KIRIN

Hejmareka navên nû ji bo serok wezîrtiya Îraqê hatin namzet kirin, her çend ku ev namzet nebûne fermî, lê belê aliyên siyasî nîqaşa dest nîşan kirina yek ji wan navan dikin.

Ji roja serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî îstifa kirî, heya niha tu kesek li şûna wî cih negirtiye û niha Îraq bê serokwezîre.

Kesên heya niha hatbûn nîşandan ji aliyê xwepêşanderan hatin red kirin, ji bo vê jî hinek kesên nû ji bo serokwezîrtiya Îraqê hatin pêşniyaz kirin.

Aloziya li Îraqê dewam dike, hîn jî serokwezîrek nû ji bo Îraqê nehatiye hilbijartin, di dema rabûrî de Es’ed Êdanî yê ser hevpeymaniya Bîna weke namzet ji bo serokwezîrtiyê hate nîşandan, lê hate red kirin,  ji bo serokwezîrtiya Îraqê niha hinek navên din hatin pêşniyaz kirin û nîqaş li ser tê kirin.

Her yek ji Salih Hesnawî ku berê wezîrê tendirustiyê bû û serokê zanîngeha Bexda Îmad Hsênî ji bo serokwezîrtiya Îraqê hatine pêşniyaz kirin, tê gotin ku niha ji bo derxistina kesek ji van ji bo serokwezîrtiyê nîqaş tên kirin.

Pustên heman beş