Pêgeha Blombêrg eşkere kir, Rûsya Federal di wexta 20 salên rabûrî de bihêz ketiye û niha ji her demî bihêztir bûye.
Pêgeha Blombêrg ya Emerîkî ku taybete bi nûçeyên abûriyê di raporeke xwe de behsa Rûsya Federal û bihêz ketina pêgeha wê kiriye û dibêje: Di dema 20 salên desthilata Viladîmêr Potin de, Rûsya di dema xwe ya zêrîn de jiyan kiriye û niha ji her demî bihêztire.
Blomberg di nivîse ku Rûsya li gel Çînê xwedî Têkiliyên bihêze, kariye herêma Kirêmya bi xwe ve girê bide, balansa Sûriyê bi guherîne, çek bifroşe Tirkiyê ku endama herî diyar ya hevpeymanêtiya NATO yê ye.
Blombêrg her wiha dest nîşan kiriye, bandora Rûsya li rojhilata navîn zêde bûye ku niha Rûsya hêza serekeye li deverê, bandora xwe li Efrîqa jî zêde kiriye.
Pêgeha blombêrgê di wê şîroveya xwe ya nûçeyan de behsa serketên abûrî û setratîjî yên Rûsya yê li tev cîhanê kirine.