Şêwirmendê asayîşa neteweyî ya Emerîka Robert O’bren derbarê êrîş û bersivdana Îranê ji kuştina Qasim Suleymanî de hişyariyê dide desthilatdarên Îranê û dibêje, her êrîş û bersivdaneke Îranê derbarê kuştina Qasim Suleymanî de, wê biryareke gelekî şaş be.
O’bren ji rojnamevanan re ragihand, armanckirina Qasim Suleymanî ji ber wê yekê bû ku Îranê bi rêka wî, plan dikir êrîşî serbaz û dîplomatkarên emerîkayê li navçeyê bike.
O’bren tekez kir, Suleymanî li pişt êrîşa roja 27ê meha bûrî bû yaku li Kerkûkê hatiye kirin li ser binkeya Emerîkî ya bi navê K1, ku di encamê de kesekî Emerîkî yêku bi girêbest ji bo Emerîkayê kar dikir, hatbû kuştin.
Şêwirmendê asayîşa neteweyî ya Emerîka hêvî xwast, kuştina Suleymanî bandorê li pêwendiyên wan yên baş bi Îraqê re neke.
Tê zanîn ku Qasim Suleymanî û hejmarek berpirsên heşda şebî li nêzîkî balefirxaneya Navdewletî ya Bexdayê li şeva 3/1/2019an di êrîşeke balefireke bê pîlot a Emerîka de hatbûn kuştin.