LI BEXDAYÊ MERASÎMA OXIRKIRINA KUŞTIYÊN HEŞDA ŞEIBÎ BIRÊVE DIÇE

LI BEXDAYÊ MERASÎMA OXIRKIRINA KUŞTIYÊN HEŞDA ŞEIBÎ BIRÊVE DIÇE

Li Bexdaya paytextê Îraqê ji bo fermandarê hêza Qudsê ya artêşa mihafizên şoreşa Îranê Qasim Sulêeymanî û alîkarê serokê heşda şeibî Ebu Mehdî El-Muhendisê ku di êrîşa Emerîkayê ya li texma balafirxaneya Bexdayê da hatin kuştin, merasîma oxirkirina cenaze hat kirin.

Ji bilî serok wezîrê karbirêkerê Îraqê Adil Ebdûlmehdî û serkirdeyên siyasî û serbazîyên Îraqê, hejmareke zêde ya xelkê jî beşdarî wê merasîma Oxirkirina cenazeyên kuştiyên heşda şeibî bûne.

Di merasîma cenazeyan da dirûşmên wek “ji Emerîkayê re na”, “ji Îsraîlê re na” û “şeytanê herî mezin Emerîka” hatin berizkirin.

Cenazeyên Suleyamnî û Muhendis wê bibin Kerbelayê û paşê jî cenazeyê Muhendis wê li bajarê Necefê bê veşartin û cenazeyê Qasim Suleymanî jî wê ji bo Îranê bê veguhastin û piştre wê bo bajarê Kirmanê bê veguhastin û bê veşartin ku li wî bajarî ji dayîk bûbû.

Ji ber kuştina Suleymanî li Îranê rêberê Komara Îslamî Elî Xameneyî 3 roj wek şîna neteweyî îlan kirin û di şûna Suleymanî da alîkarê wî mîrlîwa Îsmaîl Qaanî hat wezîfedarkirin.

Qasim Suleymanî, Ebu Mehdî Muhendis û hejmareke serkirdeyên heşda şeibî yên ser bi Îranê, duh li nêzî balefirxaneya Bexdayê ji aliyê balefirên bê pîlot yên Emerîkayê ve hatbûn bombebarankirin û kuştin.

Pustên heman beş