ÇARENVÎSA XEZELÎ WÊ WEKE ÇARENVÎSA SULEYMANÎ BE

ÇARENVÎSA XEZELÎ WÊ WEKE ÇARENVÎSA SULEYMANÎ BE

Wîlayetên Yekbûyî Yên Emerîkayê ragihand ku navên serkirdeyên rêxistina bi navê Esaîb Ehlulheq Qeys Xezelî û birayê wî Leys Xezelî ketine di lîsta taybet ya terorîstên dest nîşan kirî de.

Wezareta karên derve ya emerîkayê di beyanekê de eşekere kir ku wan rêxistna bi navê Esaîb Ehlulheq ewa Qeys Xezelî seroktiya wê dike, xistin di nav lîsta terorîstên biyanî de, hem wext serokê wê rêxistnê Qeys Xezelî û birayê wî leys Xezelî jî, xistin di lîsta terorîstên navneteweyî yên dest nîşan krî de.

Her wiha da zanîn, ji ber ku rêxistna Esaîb Ehlulheq û rêberên wê bi Îranê ve girêdayîne û kar bo ecîndayên Îranê û lawaz kirina pêgeh û serweriya Îraqê dikin, emerîkayê ev hengav avêtîye.

Wezareta karên derve ya emerîkayê tekez kiriye ku ew dê dijwartirîn cezayan bi ser rêxistina Ehlulheq û rêberên wê de bisepînin, her wiha li ser hemû wan aliyan ku hemahengiyê û alîkariyê ji bo dikin.

Di beyana wezareta karên derve ya emerîkayê de hatîye: rêxistna Ehlulheq ji destpêka ava bûna wê li sala 2006an 6 hezar êrîşên cuda li ser berjewendiyên emerîkayê û hêzên hevpeymaniya navneteweyî kirîne, weke avêtina moşekên katyoşa û xistina balefireke kopter ya birîtanî û kuştina 5 leşkirên emerîkayê li bingehên Kerbelayê.

Di beşeka din ya beyanê de hatîye gotin ku çekdarên rêxistna Ehlulheq ji aliyê feyleqa Qudis ya supayê pasdarên îranî ve hatine meşqdan û alîkariya darayî jî ji bo kirîne.

Pustên heman beş