“ŞÎNIYA SULEYMANÎ BI SPONSERIYA CHEVROLET A EMERÎKÎ YE”

"ŞÎNIYA SULEYMANÎ BI SPONSERIYA CHEVROLET A EMERÎKÎ YE"

Merasîma veguhastina cesedên Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis, îro li Bexdayê hatin rêxistin, lê belê cesedên wan bi erebeyekê hatin veguhastin ku bikujên wan çêkirine.

Îro roja şemî 4/1/2020an merasîma şînî û veguhastina cesedên Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya Îranî û Ebo Mehdî Muhendis ku duh roja înî di êrîşeke asîmanî ya Emerîkî de li nêzî balefirxaneya Bexdayê hatine kuştin birêveçûn, lê tişta seiyr ewe ku cesedên wan di pişta tirumbêleke (Chevrolet) ya Emerîkî de bûn, ev yek jî li soşyal medyayê karvedan li pey xwe anîn.

Çalakên ku ev wêne parve kirine, komêntên cuda li ser nivîsandine, ya herî diyar ev bû (şîniya Suleymanî bi sponseriya Chevroletê ye).

Hinek çalakan jî ev bûyer bi hebûna hevdijiyeke eşkera di gotara mîlîşyayên Îraqê de di rasta Emerîkayê de wesf kirin.

Erebeya Emerîkî ya ku cesedê Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis helgirtî, di nava cemawerekê herî zor re derbas bû û slogan li dijî Emerîkayê dihatin gotin.

Pustên heman beş