BI MOŞEKAN ÊRÎŞÎ SER BALYOZXANEYA EMERÎKAYÊ TÊ KIRIN
Hejmareke moşekên Katyoşa êvara îro bi Zona Kesk li nêzî balyozxaneya Emerîkayê ketin, jêdera wan eşkere nebûye kanê ji kuderê hatine avêtin.
Êvara îro roja şemî 4/1/2020an hejmareke moşekan bi Zona Kesk li nêzî baregeha balyozxaneya Emerîkayê ketin, her çend ku jêdera wan moşekan nehat zanîn, lê belê rêya çûnê ji bo balyozxaneya Emerîkayê hat qepat kirin.
Hem wexta ketina moşekan, hinek şahid halan eşkere kirin ku hinek teqîn jî li navenda bajarê Bexdayê çêbûne.
Çavkaniyên ewlehiya Îraqê jî eşkere kirin ku her îro roja şemî, 2 moşekên Katyoşa bi bingeha asîmanî ya Beled li başûrê parêzgeha Selaheddînê ketine ku hêzên Emerîkayê têde cî digirin.
Êrîşa îro ya ser Zona Kesk li nêzî balyozxaneya Emerîkayê, hem wexta gehiştina hêzên Emerîkî ji bo parastina baregeha balyozxanê tê ku li heftiya rabûrî rastî êrîşeke dijwara mîlîşyayên Hizbullahê bûye.
Berpirsekê arteşa Emerîkayê eşkere kir ku 750 serbazên wan ji bo parastina balyozxaneya Waşintonê gihane Bexdayê û ew hêz dê piştevaniyê li hêza Marîniz ken ku li rojên rabûrî erka parastina balyozxanê wergirtine.
Balyozxaneya Emerîkayê li Bexdayê li roja sêşemî ya rabûrî rastî êrîşa alîgirên mîlîşyayên girêday Îranê bû, piştî ku li yekşemî ya rabûrî Emerîkayê hinek navendên Hizbulahê li Îraqê û Sûriyê bordoman kirîn.
Di berisva êrîşa ser balyozxanê jî de, Emerîkayê duh roja înî êrîşa tirumbêlên Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya Îranê û Ebo Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya Heşda Şebî kir û her du digel hejmareke din ya fermandarên Heşdê kuştin.
Komara Islamiyah Îranê jî eşkere kiriye, wan dê bersiveke dijwar ji bo kuştina Suleymanî hebe.