DONALD TIRAMP DÎSAN GEF LI ÎRANÊ KIRIN

DONALD TIRAMP DÎSAN GEF LI ÎRANÊ KIRIN

Donald Tiramp Serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê dîsan gef li Îranê kirin û ragihand emê 52 pêgehên Îranê di hundirê wî wilatî de bikîn armanc, Emerîka tu gefeke din qebûl nake

“ger Îran êrîşê bike ser her Emerîkîyekê yan her berjewendiyeka Emerîkayê, Emerîka wê 52 pêgehan di hundirê Îranê de bike armanc”

Donald Tiramp, Serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê serê sibê ya îro roja yekşemî 5ê Kanûna duyemîn di hesaba xwe a fermî di twitterê de sebaret gefên Komara Îslamî ya Îranê ji bo tolhildana kuştina Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya supayê Îranê nivîsand: “Îran zor  bi xirabî daxuyaniya dide liser bi armanc kirina berjewendiyên Emerîka weke tolhildanek li himber dawî anîn bi rêberê terorîstan ku Emerîka ew kuştî û çend kesekên din zor bi dijwarî birîndar kirî, xelkekê zor ku ji wan sedan Xwepêşanderên Îranê ku di van nêzîkan de taku ew di jiyanê de mabû kuştin”.

Donald Tiramp di beşeke din a twittên xwe de bi amaje pêkirin bi êrîşa ser balyozxaneya Emerîka li Bexdayê ji aliyê Qasim Suleymanî ve nivîsand: “wî pêş niha êrşî ser balyozxaneya me kir û xwe berhev dikir ku careke din êrşî ser çendîn xalên din bike “.

Donald Tiramp di dawîya zincîre twittên xwe de hişyariyeke tund dide deshilatdarên Komara Îslamî ya Îranê û bi amaje dan bi 52 barimteyên balyozxaneya Emerîka li Tehranê ku li roja 4ê Tişrîna duyemîn ya sala 1979an ji aliyê alîgirên şorişa Îslamî ya Îranê ve hatbûn desteser kirin nivîsand: ” rê bidin vê weke hişyariyekê rabigehînim ku ger Îran êrîşî ser Emrîkîyekê yan berjewendiyeka Emerîka bike, Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîka wê êrşî 52 pêgehên di hundirê Îranê de bike, ew pêgeh jî pêgehên blind û giringin ji bo Îran û ferhenga Îranê, ew armanc û Îran bi xwe wê zor bi lez û dijwarî werin armanc kirin. Emerîka êdî tu gefeke din qebûl nake!”.

Her wiha Tiramp demekê kurt pêş niha di twittekê de ragihand, Emerîka du tirîlyon dolar li çekên herî pêşkeftî de mezaxtîne ku ew çek ji baştirîn çekên cîhanê ne û ger Îran êrîşî ser pêgeheke Emerîka yan Emerîkîyekê bike, em wê bê du dilî nûtirîn brand û corên çekan bikar înîn.

Donald Tiramp her wiha ragihand, ger Îran berdewam be li êrîşkirine ser me, bi awayek wiha wê berisva wan bidîn ku tu caran berisveke bi vî awayî nedîtibe.

Pustên heman beş