Li Sûriyê di êrîşên esmanî û bejayî yên rejima Beşar Esed ên li Herêma Kêm kirina aloziyê ya li Îdlibê da 10 sivîl hatin kuştin, ji 20î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Artêşa Esed û hêzên rejîmê ya ji komên terorîstên biyanî yên Îran piştgiriyê dide pêk tê serê sibê pê va ji esman û bejayê êrîşî navçeya Maarratunnumanê, Serakîb û Erîhayê, gundên Marşîmarîn, Masaranê yên li Îdlibê û Deys Sinbilê, gundê Berneyê ya rojavayê Helebê ye kirin.
Li gor agahiyên ewil li navçeya Erîhayê 7 sivîl, li navçeya Serakîbê sivîlek, li Berneya gundê Helebê 2 sivîl, tevahî 10 sivîl hatin kuştin û ji 20î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Tîmên Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kumspî) xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin û ditirsin hejmara miriyan zêde bibe.