PARLEMENA ÎRAQÊ BIRYARA DERKIRINA HÊZÊN HEVPEYMANAN LI ÎRAQÊ DA

PARLEMENA ÎRAQÊ BIRYARA DERKIRINA HÊZÊN HEVPEYMANAN LI ÎRAQÊ DA

Parlemena Îraqê îro di rûniştna xwe a ne asayî de proje biryarek pênc xalî pejirand û biryar da hêzên hevpeymanan li Îraqê werin derkirin.

Paş kuştina her êk ji Qasim Suleymanî fermandarê supayê Quds a Îranê û Ebo Mehdî Muhendis cêgirê serokê desteya heşda şeibî ya Îraqê ji aliyê balefirên bê pîlot ên emerîkayê li serê siba 3/1/2020an li nêzî balefirxaneya Bexdayê, îro parlemena Îraqê weke karvedanek li himber vî karê Emerîka civîneke ne asayî lidarxist û têde biryar liser derkirina hêzên hevpeymanan li Îraqê da.

Yên li xwarê diyar ew xalin yên ku parlemena Îraqê biryar liser day:

– Hilweşandina wê daxwaza ku pêş niha Îraqê ji bo hevpeymaniya li dijî DAIŞ’ê şand bû.

– Pêtvî dike liser hikûmeta Îraqê ku rê nede tu hêzeke biyanî bi her egerekê Xak û Av û Asîmanê Îraqê bibezîne.

–  Sînordar kirina çekan di destê dewletê de.

– Pêtvî dike wezîrê derve ê Îraqê li neteweyên yekbûîy sikalayê li dijî Emerîka tomar bke jiber pêşêlkariyên metirsîdar yên wî wilatî li dijî Îraqê.

– Hikûmeta Îraqê herî zû lêkolînan bike liser êrîşên Emerîka û encamên wan lêkolînan ji bo parlamentoyê eşkere bike.

Tê zanîn ku li heyva îlona sala 2014an de Îraqê bi rêya Îbrahîm Ce’ferî, wezîrê derveyê Îraqê li wê demê ji civata asaiyşa neteweyên yekbûîy re ragihand bû em pêşwaziyê li hevkarî û alîkariyên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ’ê dikin ji bo Îraqê, li wê demê de Îraqê ji bilî alîkariyên din daxwaza hevkariyên serbazî li hêzên hevpeymanan bi serokatiya Emerîka kirbû.

Pustên heman beş