Li gorey zanyariyên medyayî yên Îranê ku îro roja du şemî 6kanona duyemîn a sala 2020 hatîne parvekirin, Îsma’îl Qaanî, fermandarê nû yê feyleqa Qudis ya supayê pasdarên Îranê, soza şerkirinê heya dawiyê daye taku hêzên Emerîka li hemû navçeyê der bikin.
Kenalê fermî yê Îranê û ajansa Royters daxuyaniyeka Qaanî belav kiriye ku li dema pêşwazî kirin li cenazeyê Qasim Suleymanî li Tehranê axiftiye û gotiye: soz didîn bi heman hêzê em berdewam bîn li karwanê Suleymanî, tişta ku aramiyê bi me dide bi tenê derkirina Emerîkaye li navçeyê.
Axaftinên Qaanî paş çend rojan ji kuştina Qasim Suleymanî, fermandarê berê ê Feyleqa Qudis a supayê pasdarên Îranê û Ebo Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya heşda şeibî û hejmareke din ji kesên nêzî wan tê ku li derdora balefirxaneya navdewletî ya Bexdayê li serê sibê ya roja 3/1/2020an ji aliyê balefirên bê pîlot ên Emerîka hatin kuştin.
Paş kuştina Qasim Suleymanî, rayedarên blind yên komara îslamî ya Îranê her yekê ji aliyê xwe ve gef li Emerîkayê xwarin ku wê Îran, berisva vê karê Emerîkayê bide û wê bi tundî berisva Emerîkayê bide.