TRAMP HENEKAN NAKE WÎ BI SERÊ ÎRAQÊ SÛND XWARIYE

TRAMP HENEKAN NAKE WÎ BI SERÊ ÎRAQÊ SÛND XWARIYE

Îraq wê rastî hinek cezayan be ku cezayên ser Îranê wê pêş wan cezayan ve herî biçûk û tune bin

Serokê wîlayetên yekgirtî yên Emerîkayê, gef li Îraqê kirin û ragihand: eger ew wilat daxwaza derxistina hêzên Emerîkayê bike, wê rastî cezayên herî dijwar be, bi awayekî ku cezayên li ser Îranê wê li himber wan gelek biçûk û tune bin.

Parlemena îraqê weke karvendan li himber hedef kirina Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis û Ebu Mehdî Muhendis cêgirê serokê desteya heşda şeibî ji aliyê emerîkayê ve, duh roja yekşemî 5/1/2020an yasaya derxistina hêzên hevpeyman û Emerîkayê pejirand, Hikûmeta nû ya îraqê serpişk kiriye ku yasayê bicî bike.

Her di zû de Donald Tiramp serokê emerîkayê di berisva parlemena Îraqê de gef kir û ragihand: ew ji Îraqê dernakevin heya ku ev wilat xerciyên avakirina bingeha asîmanî ya emerîkayê li îraqê nede ku milyarên Dolaran têçûyê wê ye.

Hemwext got: “eger Îraq rijd be li ser derxistina hêzên Emerîkayê bi awayekî ne dostane, Emerîka wê cezayên abûrî yên herî dijwar li ser Îraqê danît bi awayekî ku cezayên Emerîkayê li ser Îranê bi himber kirin li gel wan cezayan, wê herî biçûk û tune bin.

Donald tramp gelek bi zelalî got: “cezayên ku dê li ser Îraqê werin sepandin, bêhempane û tu carekê weke wan cezayan di dîrokê de nehatbine bihîstin”.

Parlemena Îraqê piroje biryarek 5 xalî pejirand û biryar da hêzên hevpeymanan li Îraqê werin derkirin, di wê biryarê de hatiye ku pêwîste Îraq daxwaza xwe ji hevpeymaniya navdewletî helweşîne, her wiha pêwîst dike li ser Hikûmeta îraqê ku rê nede tu hêzeke biyanî bi her egerekê xak û av û asîmanê Îraqê bibezîne, di xaleke din da hatîye ku pêwîste çek di dest dewletê de bê sînordar kirin, Îraq jî li neteweyên yekbûyî sikalayê li Emerîkayê bike.

Çavdêrên ku rewşa Îraqê û Rojhilata navîn dişopînin nerîna wan eve ku her cezayeke Emerîkayê li ser Îraqê, wê wî wilatî wêran bike bi sedema ku dahat û budca Îraq bi rêjeya 90% piştbestinê li ser petrolê dike, eger Emerîkayê ceza li ser kerta petrola Îraqê sepandin, wê hejariyeke mezin li vî wilatî peyda bibe.

Her wiha nerîneke din jî heye dibêje: Îraq ne ev wilate ku bikare xwe li ber cezayên Emerîkayê bigire, her cezayeke li ser kerta wê ya petrolê, nedûre Îraq weke dewlet nemîne.

Pustên heman beş