NATO WÊ LI DERBARA REWŞA ROJHILATA NAVÎN BICIVE

NATO WÊ LI DERBARA REWŞA ROJHILATA NAVÎN BICIVE

Hevpeymaniya Bakurê Etlesî Nato wê li derbara rewşa Rojhilata navîn, civînekê lidarxe, ev civîn piştî gefên Emerîka û Îranê tê ku nedûre cengeke mezn li pey xwe bîne.

Kuştina Qasim Suleymanî yê fermandarê feyleqa Qudis ya Îranê, rewşa Rojhilata Navên ber bi aqareke nezelal bir û wiha biryare, hevpeymaniya Natoyê li ser asta balyozên wlatên endam civînekê ji bo gotubêj kirina rewşê, li dar bxe.

Di vê derbarê de, çavkaniyên hevpeymaniya Natoyê eşkere kirine, civîna ku biryare were lidarxistin wê li ser asta balyozên wlatên endam be û têde wê rewşa Rojhilata Navîn piştî kuştina Qasim Suleymanî û karvedanên li per wê kuştinê werin gotubêj kirin.

Her wiha dest nîşan kir, sekreterê giştî yên hevpeymaniya Natoyê, peywendî bi wlatên endam kiriye ji bo ku berhevî civîna çaverê krî ya hevpeymanêtyê bbin.

Piştî bûyera kuştina Suleymanî û gefên Îranê yên bersivdayînê, hevpeymaniya Natoyê çalakiyên xwe yên meşqa hêzên Îraqî bi awayeke demkî ragirtine.

Pustên heman beş