EMERÎKAYÊ HIŞYARÎ JI ÊRÎŞÊN ÎRANÊ DAN

EMERÎKAYÊ HIŞYARÎ JI ÊRÎŞÊN ÎRANÊ DAN

Wîlayetên yekbûîy yên emerîkayê îro keştiyên Rojhilata navîn ji her êrîşeke çaverê kirî ya Îranê haydar kirin û ragihand ku dibe li her wextê bikevin ber êrîşan.

Rêveberiya deryavanî ya arteşa emerîkayê îro roja sêşemî 7/1/2020an tev keştiyên deryayî li Rojhilata navîn ji êrîşên çaverê krî yên Îranê haydar kirin û ragihand; dibe li her wextê keştiyên avên Rojhilata navîn re derbas dibin, rastî êrîşên komara îslamî bin.

Her wiha dest nîşan kir, derfet heye, komara îslamî ya Îranê rêkarên li dijî Emerîka û berjewendiyên wê bigirîte ber û êrîşa keştiyên li Rojhilata navîn bike.

Rêveberiya deryavanî ya arteşa emerîkayê ev hişdarî ragihand bi taybet ji bo wan keştiyên petrolê di derya û tengavên Rojhilata navîn re derbas dikin.

Li înîya rabûrî, hêzên asîmanî yên emerîkayê erebeya Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Quds a Îranî û Ebo Mehdî Muhendis cêgirê serokê desteya heşda şebî ya Îraqê li nêzî balefirxaneya Bexdayê hedef kirin û kuştin.

Komara îslamîya Îranê ku îro merasîma bin ax kirina Suleymanî bi rê kirin, gef kirine ku ew dê tolhildaneke herî dijwar pêş kuştina Suleymanî ve ji emerîkayê bikin.

Pustên heman beş