Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî diyar kir ku ji bo bersiva kuştina General Qasim Suleymanî, Tehran li ser 13 senaryoyan disekine.
Li gorî Ajansa Nûçeyan Mehrê, Şemxanî wiha axivî, “Di civîna konseyê da ji bo tola Suleymanî 13 senaryo hatin rojevê. Senaryoya ku di asta herî jêr da ye jî heger were tetbîq kirin, dê ji bo Emerîkîyan bibe kabûseke dîrokî”.
Şemxanî der heqê senaryoyên nav birî da zanyarî nedan û gotina rêberê dînî yê Îranê Elî Xamineyî ya “Hemû hêzên berxwedanê dê tola Suleymanî hildin” da bi bîr xistin û diyar kir ku bersiv dê ne bi tenê ji êrîşekê pêk were.
Şemxanî îdia kir ku li herêmê eskerên Emerîkayê dewriye yên xwe kêm kirin û vegeriyan baregehên xwe û wiha got, “Li herêmê 19 baregehên Emerîkayê hene. 11 jê nêzîkî sînorên me yên rojhilat û rojava ne. Li 8 baregehên li Bakur û Başûrê me ketine amadebaşiyê. Der heqê esker û techizatên wan ên li van deran da agahiya me heye. Em liv û tevgera wan a herî piçûk jî dişopînin.”
Kuştina Suleymanî
Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) li 3/1/2020an ragihandibû ku Qasim Suleymanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşda Şabiyê Ebo Mehdî Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.
Di êrîşê da ligel Suleymanî û serbazên Îranî, 10 kesên ku di navê da Muhendis jî heye, hatibûn kuştin.
Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşê da gotibû ku ji Emerîkayê tol dê were sitandin.