ÎRAN DIXWAZE KUŞTINA SULEYMANÎ BIKE HÊNCET JI BO BICÎ KIRINA PÎLANAN

ÎRAN DIXWAZE KUŞTINA SULEYMANÎ BIKE HÊNCET JI BO BICÎ KIRINA PÎLANAN

Tehran behsa 13 senaryoyan jibo tolhildanê dike û Waşintonê jî 6 balefirên bomb havêj ji curê Bi 52 rewaney navçeyê kirine, cesedê Qasim Suleymanî li bajarê Kirmanê li cihê ji dayik bûna wî hat bin ax kirin û di merasîmê de, bi dehan kesan canê xwe winda kir û hejmarek brîndar ketin, hemwext di berdewamiya gefên berpirsyariyên Îranê û emerîkayê de, Îran dibêje: 13 senaryo ji bo tolhildanê di rojevê de ne û emerîkayê 6 balefirên cengî yên herî xeter ku bi B 52 tên nas kirin, rewaney navçeyê kirine.

Îro roja sêşemî 7/1/2020an merasîma şînî û bin ax kirina cesedê Qasim Suleymanî, fermandarê feyleqa Quds ya supayê pasdaran birêve çûn û li bajarê Kirmanê cihê ji dayik bûna wî, piştî 5 roj liser wexta kuştina wî derbas bûy hat bin ax kirin.

Di merasîmê de, bêhtir ji 50 kesan di bûyereke bi ser hev çûnê de canê xwe winda kir û bi dehan kes brîndar ketin, eger çi berpirsyarê hêzên ewlehîya bajarê Kirmanê ragihand ku ev qurbanî bi sedema qerebalixê canê xwe winda kirine, lê behsa wê yekê heye ku ev qurbanî bi sedema êrîşa hinek kesên ne nasyar hatine kuştin û birîndar kirin.

Hêjayî bîr anînê ye, beşeka ajansên navxwe yên Îranê eşkere kirine ku duh roja duşemî 6/1/2020an û di merasîma şînî û pêşwazî kirinê li cesedê Qasim Suleymanî li tehranê, bêhtir ji 20 hezar haletên dizîyê weke dizîna mobayîl û pere rûydane bi gotneke din, bêhtir ji 20 hezar kesan tenê bi mebesta dizîyê beşdarî merasîmê bûbûn.

Hisên Selamî fermandarê supayê pasdaran di merasîmê de gefên tolhildanê ji kuştina Qasim Suleymanî pişt rast kir û got: her ji destpêkê dê dawî gotna xwe bibêjim, ew jî dê tolê stînîn, toleke tund û mukum bi awayekî ku pûşmaniya bikujên Suleymanî wê li pey were, pişt rast bin.

Selamî di beşeke din ya gotnên xwe de destewajê (eniya bergiryê) bi karanî ku berdewam ji aliyê karbidestên Tehranê bi kar tê û mebest pê ew aliyên navçeyê ne ku hevpeymanên komara îslamî ne û cihê daxê ye hinek aliyên kurdî jî têde ne.

Navbirî dupat kir ku heger Emerîka berisva êrîşan bide, vê carê Îsraîl wê were şewtandin, lê ruhin nekir kanê boçî heya niha ewan ev kar nekiriye û Îsraîl ne şewitandiye.

Lawaztirîn bijardeya Îranê dê weke kabosekê be ji bo Emerîkayê

Ji aliyê xwe ve Elî Şemxanî, sekreterê encûmena blind ya asayîşa niştîmanî ya Îranê ragihand, heya niha 13 sînaryo ji bo bersivdayînê amadene, ya ji hemûyan lawaztir dê weke kaboseke dîrokî be ji bo Emerîkîyan.

Bi gotna Şemxanî bersivdana Îranê tenê bi êrîşekê nabe û heger Emerîkî bi pêyên xwe ji navçeyê dernekevin, emê karekê wiha bikin ku ew cesedên xwe bibin.

Hesen Rohanî serok komarê Îranê ku bi diruşma miyanrewî û îitîdalê wezîfedar bûye, îro ragihand ku ewê tolêhildin û berpirsyariya tolhildanê jî hilgrin.

Hemwext, parlemena Îranê arteşa Emerîkayê xiste lîsta terorê û her îro di civîneke ne asayî de biryar da 200 milyon yoro ji budceya Îranê ji bo bihêz kirina feyleqa Quds werin terxan kirin, di vê rewşa şepirze de Îran bi hêvî ye bi rêya wî pere aliyên hevpeymanên xwe razî bike ku li ber sînga Emerîkayê rawestin, lê wiha diyare her îro Talîbana Efxanistanê ragihandiye ku ew nabe beşek ji şerê li navbera Îran û Emerîkayê û hevpeymanên din yên Îranê jî hîna niha ne zelale kanê çend amadene ji bo Îranê şer bikin.

Eniya bergiryê

Tişta ku heya niha tê dîtin ewe ku Îran berdewam behsa bi armanc girtna berjewendiyên emerîkayê li navçeyê bi pişt bestin li ser (eniya bergiryê) dike, di merasîma duh ya tehranê jî de keça Qasim Suleymanî ku ew bi xwe hilgira paspora Emerîkî ye, xwast hêzên Emerîkî ji navçeyê werin derxistin, hemwext ji Hesen Nesrullah yê serokê Hîzbollah xwast tola bavê wê hilîne.

Hêjayî bîr anînê ye, Murteza Elwîrî serokê encûmena blind ya parêzgarên Îranê bera kuştina Qasim Suleymanî di belgeyeke vîdyoyî de eşkere kir ku 12 dosiyên gendelyê li ser malbata Suleymanî Eşkere bûne û dosiye ji bo Saziya Dad ya Îranê hatine rewane kirin, lê belê dûvçûn ji bo wan dosiyan nehat kirin.

Tora “CNN” ya Emerîkî li ser zarê mezne berpirsên wezareta bergiryê eşkere kir ku Pentagonê 6 balefirên ceng yên ji curê Bi 52 ku bi balefireke herî xeter ya sedeya 20an tê hesab kirin, rewaney navçeyê kirine û her wexta ferman were dayîn, wê di operasyonên dijî Îranê de beşdar bin.

Tişta ku peywendî bi kurdan ve heye û pêwîste li ser rawestin eve ku her wek bera niha me behis krî, armanc kirina hêzên Emerîkî li navçeyê bi piştbestin li ser aliyên hevpeymanên Îranê, pir rengtirîn wan senaryoyane ku karbidestên Îranê behis dikin, ev jî li demekî ye ku Emerîka jî binaxê mezintirîn kunsilgerî li cîhanê li Hewlêra paytexta herêma başûrê Kurdistanê danaye.

Îran dixwaze kuştina Suleymanî di berjewendiya xwe de bişkîne

Nerîna çavdêran wihaye ku Îran dixwaze kuştina Qasim Suleymanî bike hêncet ji bo ku pîlanên xwe li navçeyê bi cî bike û gelek ruhne ku rêgirî kirina wê li rizgariya Kurdistanê û avabûna kîyaneke serbixwe yê kurdî li bera hemû pîlanên rejêma Îranê li navçeyê tê, hemwext li nava kurdan her çend alîgrên komara îslamî hebin ku dîrokê selmandiye wan hez li şerê navxwe heye, li gel evê yariyê her ew alî ne bi kurdan re dibêjin ku haya wan hebe û pêwîste yekgirtî bin û tenê bi îradeya rizgarîxwaza neteweyî wê rê li beranber van pîlanan were girtin.

Tişta ku dilgiraniya me zêde dike ew behsên ku li rojên rabûrî beşeka malperên nêzî supayê pasdaran û wezareta Îtîlaata Îranê weşandine, mîna balefira bê pîlot ku Qasim Suleymanî hedef kirî ji Hewlêra paytext rabûye, yan Emerîkayê di peywendîya telefonî de sipasiya Hikûmeta Başûr kiriye ji bo ku alîkarî di kuştina Suleymanî de kirine, hemwext berpirsyarên Herêma Başûr weke pêwîst sersaxî ji Îranê re nexwestin û beşdarî behiya Suleymanî li Silêmaniyê nebûn.

Cihê daxê ye beşek ji van nûçeyan ji aliyê wan kurdan hatin weşandin ku dema çendîn salane xwe frotne komara îslamîya Îranê û hevkarên dêrîn û yaryên destê supayê pasdaran û Qasim Suleymanî ne.

Bi wê hêvîyê ku hişyariya neteweyî ya kurdan gihabe asteke wiha ku rê nede aliyên berniyas yên girêdayî dagîrkaran ji bo berjewendiyên berteng yên xwe careke din, man û nemana take kiyana nîv rizgar bûyî ya Kurdistanê bêxine ber gef û xetereyên cidî.

Pustên heman beş