Li ser Rahmî Koç bi tohmeta “heqaretkirina li jina Kurd” lêpirsîn hat destpêkirin

Li ser Rahmî Koç bi tohmeta "heqaretkirina li jina Kurd" lêpirsîn hat destpêkirin

Henekek (pêkenok) ku ji aliyê Rahmî Koç, Serokê malbata Koç ve di dema vekirina Nexweşxaneya Amerîkî ya li Îzmîrê de hat gotin, bû sedema nerazîbûneke mezin a civakî û siyasî. Li ser belavbûna dîmenên vê rûdanê, Serdozgeriya Giştî ya Îzmîrê bi tohmeta “Sivikayetiya li Beşekî Civakê” lêpirsîneke fermî li dijî karsazê navdar da destpêkirin.

Rûdan di dema serdana odeyên muayeneyê yên nexweşxaneyê de qewimî. Di dîmenên kamerayan de tê dîtin ku Rahmî Koç pêkenokekê ji mêvanên li dor xwe re vedibêje ku tê de behsa diyaloga bijîşkek û jineke Kurd a li ser daxwaza jêkirina cilan dike. Belavbûna van gotinan li ser torên civakî fikar û bertekên tund li pey xwe anîn.

Piştî destpêkirina lêpirsînê, Wezîrê Edaletê Yılmaz Tunç daxuyaniyek da û ragihand ku edalet li gorî dewlemendî, paşnav an jî statuyê biryarê nade. Wezîr tekez kir ku gotinên weha yên rûmeta jinan û beşek ji civakê hedef digirin, di bin navê “mîzah” an “henekê” de qet nayên qebûlkirin û li dijî her cure nêzîkatiyên cudakarî û nefretê ew ê bi biryardarî bisekinin.

Li aliyê din, Berdewkê AK Partiyê Ömer Çelik jî li ser navê partiya xwe ev kiryar bi tundî şermezar kir. Çelik diyar kir ku tu welatî li gorî etnîsîte, bawerî an zayendê nabe mijara zimanê heqaretê û tevlîkirina nasnameya “jina Kurd” di gotarên weha de kiryarekî kirêt e. Çelik banga lêborîna fermî kir û got ku hemû welatî xwedî rûmeteke wekhev in.

Li ser zêdebûna bertekan, karsaz Rahmî Koç daxuyaniyek weşand û daxwaza lêborînê kir. Koç di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tu mebesteke wî ya xerab an heqaretkirina li jinên Kurd û tu pêkhateyeke din tune ye û got ku ev tenê wekî serpêhatiyeke pêkenok hatiye ziman û armanca wî ne rûreşkirin bûye.