Lêndisî Graham nûnerê komarîxazan di parlamentoya emerîkayê de bi tekez kirin liser pêwîst bûna tevgeryana bi hêz li dijî rejîma Îranê tekez kir, Îran mezintirîn dewleta piştevana “terorîzmê” ye.
Navbirî di ekwanta xwe a taybet de di twitterê de nivîsand: hevkarên min yên demokrat, pêwîste li himber dest dirêjîyên 40 salî yên Îranê me pêrabûnên cidî û yeklaker hebin.
Graham her wiha ragihand, Îran mezintirîn dewleta piştevana terorîzmê ye, çek û cebilxaneya ji bo kuştina Emerîkîya di Îraqê de berhev dike, fakterê sereke yê parçe bûna Sûriyê û Yemenê bûye û hem wilatîyên Azadî xwaz di van wilatan de dikuje.
Navbirî hevdem digel tekez kirin liser vê yekê ku serok komar tramp di xwasteka xwe de sebaret guherîna reftar û kiriyarên rejîma Îranê, bi temamî liser heqe. Her wiha ragihand: perçekirdara bi hişyarî ya Partîya Demokrat Elaqedar bi kuştina Suleymanî, bi tenê dibe handerek ji bo handana dujminên me.
Graham bi amaje dan bi vê yekê “dawî tişt ku Emerîka pêwîstî pê hebe, 535 Fermandarên serbazî ye çima ku gelê Emerîka Serokek hilbijartiye ku ew Donald Tirampe” ragihand: ez wê dijatiya her biryareka Pîlosî bikim taku serok komar bikare desthelatên xwe weke fermandarê giştî yê hêzên çekdar ligor pêwîstiya xwe bikar bîne.
Ev yek di demekê deye ku Nansî Pîlosî seroka kongirêsa Emerîka, roja înî di ekwanta xwe a twitterê de nivîsand bû, dewleta tramp êrîşên asîmanî li Îraqê pêk anîne, rayedarên mezn ên Îranê hedef kirine û Qasim Suleymanî fermandarê supayê Quds bê destîriya bikar anîna hêza serbazî li dijî Îranê û bê tu rawêjek bi kongirêsê, kuştiye.