ÎRANÊ GEFÊN XWE KIRIN RASTÎ Û ÊRÎŞÎ SER EMERÎKA KIR

ÎRANÊ GEFÊN XWE KIRIN RASTÎ Û ÊRÎŞÎ SER EMERÎKA KIR

Serê sibê ya îro supayê pasdarên Îranê bi 20 moşekên balistîk êrîşî ser çend bingehên serbazî yên Emerîka li îraqê kirin.

Serê sibê ya îro 8/1/2020 supayê pasdarên Îranê bi 20 moşekên balistîk êrîşî ser çend bingehên serbazî yên Emerîka li nava xaka Îraqê kirin, ev êrîş li gorey daxuyaniya supayê pasdarên Îranê ji bo tolhildana Qasim Suleymanî fermandarê supayê Qudis ê Îranê hatîne encamdan, moşek hatîne araste kirin bo ser pêgeha Eyn Esed a supayê Emerîka  li Rojavaya parêzgeha Enbar ku mezintirîn pêgeha serbazî ya Emerîkayêye li Îraqê.

Li gorey çavkaniyên ewlehî yên Îraqê, 9 moşek bi bingeha serbazî ya Emerîkî li Enbarê ketîne.

Telefizyona fermî ya Îranê jî belav kiriye, ew êrîşa moşekî ji aliyê supayê pasdarên Îranê ve hatiye encamdan, weke tolhildanek li himber kuştina Qasim Suleymanî li 3/1/2020 ji aliyê Emerîkave.

Heya niha tu zanyariyên fermî li ser ziyanên hêzên Emerîka nehatîne belav kirin.

Hevdem dengê du teqînan li derdora bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê hatbû bihîstin.

Pustên heman beş