BERÎTANIYA ÊRÎŞÊN ÎRANÊ PIROTESTO DIKE

BERÎTANIYA ÊRÎŞÊN ÎRANÊ PIROTESTO DIKE

Domînîk Rab, wezîrê derve yê Berîtanyayê liser êrîşên moşekî yên Îranê bo ser bingehên serbazî yên Emerîka li Îraqê ragihand: “em wan êrîşên Îranê yên liser bingehên serbazî yên nava xaka Îraqê de pirotesto dikîn ku hêzên hevpeymaniya navdewletî têdane, ku hêzên Berîtanyayê jî digeldane”.

Domînîk Rab her wiha ragihand: em dilgiranîn ji wan raporên bas li zîyanên gîyanî dikin. Em bangewazê dikîn Îran tu careke din van êrîşên xeter dubare neke jiberku şer li Rojhilata navîn bi tenê sûd ji bo terorîstan heye.

Şeva rabûrî supayê pasdaran weke tolhildana kuştina Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis ya supayê Îranê ku ji aliyê emerîkayê ve hatiye kuştin, bi 20 moşekan êrîş kire ser du bingehên serbazî yên Emerîkayê li Îraqê, lê belê van êrîşan tu zîyaneke gîyanî li paş xwe neanî.

Pustên heman beş