EBDULMEHDÎ HOŞDARIYÊ JI CENGEKE WÊRANKER DIDE

EBDULMEHDÎ HOŞDARIYÊ JI CENGEKE WÊRANKER DIDE

EBDULMEHDÎ: TEHRANÊ EM HAYDAR KIRBÛN KU WÊ ÊRÎŞÎ PÊGEHÊN EMERÎKA BIKIN

Serok wezîrê kar bi rêkerê Îraqê tekez kir ku Îranê ew ji dest pê kirina êrîşên moşekî ji bo ser pêgehên Emerîkayê di nava Îraqê de haydar kir bûn.

Adil Ebdwalmehdî serok wezîrên Îraqê, ragihand Tehranê garantî dabû Îraqê ku ev êrîşên moşekî, bi tenê wê wan navçeyan vegire ku hêzên serbazî yên Emerîkayê têde ne.

Navbirî di dirêjahiya daxweyaniya xwe de got: “heya niha me tu xeberek ji zirarên giyanî yên hêzên xwe yan hêzên Emerîkayê newergirtîne”.

Li gorey axaftina navbirî ev kirîze pir ciddî bûye û navçe û cîhanê bi xetereya şerek wêranker tehdîd dike.

Ebdulmehdî tekez kir: “em hemû awayên bin pê kirina mafê deshlatdariya ser Îraqê û tecawza ser xaka wê red dikîn”.

Di vê zemînê de berdevkê hêzên çekdar ên Îraqê bi vegêrandin ji kanalê telêgramê yê ajansa Îraqê xeber ji “peyama zarekî ya fermî ya Îranê sebaret bi berisva terora Qasim Suleymanî fermandarê sipayê Quds” da.

Hêjayî gotinê ye Suleymanî li şeva înî ya derbas bûyî di êrîşa balefirên bê pîlot yên Emerîkayê li ser erebeya veguhastina wî li dema derketin ji balefirxaneya navdewletî ya Bexdayê hat kuştin.

Pustên heman beş