RÛHANÎ: EM Ê PIYÊ WAN JI HERÊMÊ BIBIRIN Û WISA TOLÊ HILDIN

RÛHANÎ: EM Ê PIYÊ WAN JI HERÊMÊ BIBIRIN Û WISA TOLÊ HILDIN

Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytext Tehranê di civîna kabîneyê da axivî û der barê êrîşa ku Artêşa Mihafizên Şoreşê bir ser baregehên Emerîkayê yên li Ayn el-Esedê da axivî.

Rûhanî got, “Bi dehan moşek ji bejayê hatin avêtin û baregeha Ayn el-Esedê ya artêşa Emerîka ya terorîst hatin lêxistin. Wan destê Suleymanî birîn, em ê piyê wan ji herêmê bibirin û wisa tola xwe hildin.”

Rûhanî îdia kir ku Emerîka bi êrîş kirina Suleymanî va xwest hin tiştan têxe hedef û wiha dewam kir, “Xwest tefrîqa û cihêkariyê têxe nav Îranê, herêmê çavtirsî bike û navbera Îran û Iraqê xerab bike”.

Rûhanî her wiha îdia kir li qayişkêşiyên nav Emerîkayê yek ji sedemên kuştina Suleymanî ye.

Pustên heman beş