LI OSTIRALIYA 10 HEZAR HUŞTIR TÊN KUŞTIN

LI OSTIRALIYA 10 HEZAR HUŞTIR TÊN KUŞTIN

Hikûmeta Ostralyayê biryar da, bi rêya balefiran, teqeyê li hezaran huştiran bike û wan bikuje.

Ajansa xeberî ya “BBC” ji zardevê yek ji danîştûyên navçeya Kaniyê bi navê “Marîta Baker” ragihand: “huştir ji ber kêmiya avê, dihêne nêzî malan û li dov avê de digerin, ev yek jî bûye sedema dilgiraniya me û em ji silametî û ewlehiya zaroyên xwe ditirsîn.

Hat eşkere kirin ku kuştina wan huştiran tu peywendiyek bi wê agirketinê ve nîye yaku li Ostiraliyayê çêbûy, belku peywendî bi wê hişkesaliyê ve heye ya ku çendîn sale ev wilate bi xweve girtî. Rayedarên Ostiraliyayê dibêjn, huştir aveke zêde vedxon û rewş pir xerabtir kiriye.

Ev bo dema çendîn salane hişkesalyê Ostiraliya vegirtî û yeke ji wan sedemên agirberbûna daristanên wî wilatî ku bûye egera kuştina zêdetir ji 500 milyon heywan hatîne sûtin û 25 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Hijmara huştiran li Ostraliyayê bi sedan hezar huştir dihên xemilandin.

Pustên heman beş