Serok komarê Îranê Hesen Rohanî kuştina General Qasim Suleymanî û êrîşa ku welatê wî piştî kuştinê bir ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê bi bîr xist û got ku “Heke Amerîka xetayeke din bike dê bi bersiveke gelekî xeter ra rû bi rû bimîne.”
Li gor ajansa fermî ya Îranê “ÎRNA”yê Rohaniyê ku bi telefonê bi Borîs Johnsonê Serok wezîrê “Berîtanya”yê ra axivî diyar kir ku êrîşa ku birin ser baregehên Amerîkayê yên li Eyn el-Esedê li gor Madeya 51emîn a Neteweyên Yekbûyî ye.
Rohanî çalakiyên Amerîkayê yên li herêmê wekî “teşebûsên terorê” nirxand û got ku “Heke Amerîka xetayeke din bike dê bi bersiveke gelekî xeter ra rû bi rû bimîne.”
Rohanî ragihand heke welatên Ewropayê weadên xwe bi cî bînin Îran jî dê teahûdên xwe yên di çarçoveya peymana Etomî da bi cî bîne.
– Peymana Etomî divê bê parastin
Serok wezîrê Berîtanya Johnson jî di axaftina xwe da qala fikara xwe ya ji ber bûyerên ku di hefteya dawîn da qewimîn derket holê kir û bangî aliyan kir ku rageşiyê kêm bikin.
Johnson destnîşan kir ku başkirina têkilîyên London-Tehranê mecbûrî ye û ji bo ku ewlehiya navxweyî xurt bibe divê peymana Etomî bê parastin.