PASDARÊN ÎRANÊ: “EMÊ JI EMERÎKAYÊ TOLEKE TUNDTIR BISTÎNIN”

PASDARÊN ÎRANÊ:"EMÊ JI EMERÎKAYÊ TOLEKE TUNDTIR BISTÎNIN"

Serokê Daîreya Ewlekariyê ya Ser erkaniya Îranê Ebdulla Iraqî, êrîşa moşekiya ku wan duh li dijî baregehên Emerîkayê yên li Iraqê kir, bi bîr xist û wiha got, “Emê di sibe rojeke nêzîk da toleke tundtir (ji Emerîkayê) bistînin”.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Tesnîmê, Iraqî li navçeya Îsfehanê axivî û wiha got, “Arteşa Pasdarên Şoreşê, yek ji bazûyên rêber Ayetullah Elî Xameneyî ye û dê di sibe rojeke nêzîk da ji dijmin (Emerîka) toleke tundtir bistîne”.

CIA û Mossad alîkarî bo kuştina Suleymanî kirin

Şêwirmendê Bilind ê Eskerî yê Xameneyî, Yehya Rehîm Sefewî jî diyar kir ku êrîşa dijî Qasim Suleymanî “bi hevkariya CIA û Mossadê” hat kirin.

Sefewî di axaftina xwe ya li Binkeya Pasdarên Şoreşê li Tebrîzê da wiha got, “Şebekeyên îstixbaratê yên terora navneteweyî CIA û Mossad hesabekî xelet kirin û ev cinayet kirin”.

ÊRÎŞA DIJÎ BAREGEHA EYN EL-ESED

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) li 3/1/2020an ragihandibû ku Qasim Suleymanî Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşda Şeibî Ebo Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.

Di êrîşê da ligel Suleymanî û serbazên Îranî, 10 kesên ku di navê da Muhendis jî heye, hatibûn kuştin.

Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşê da gotibû ku ew ê ji Emerîkayê tolê bistînin.

Pasdarên Şoreşê, 5 roj piştî kuştina Suleymanî duh êrîşî baregeha Eyn el-Esed a Emerîkayê kiribûn û îdia kiribûn ku di êrîşê da 80 eskerên Emerîkayê hatin kuştin. Lê belê Serokê Emerîkayê Donald Trump jî eşkere kiribû ku di êrîşê da tu tişt bi kesî nehat û kuştî û birîndar tunene.

Pustên heman beş