Dadgehkirina hevserokê berê yê HDP’ê, Selaheddîn Demîrtaş ji bo 27 û 28ê Eyara dahatî hat paşxistin.
Dadgehkirina hevserokê berê yê HDP’ê, Selaheddîn Demîrtaş bi sûça “rêberatî kirina rêxistna terorîstî, bangeşe kirin ji bo rêxistna terorîstî, dijatî kirina yasaya mîtîngan û meşan, çandina dijminatiyê di dilê xelkê de, sitayîşkirina tawanan û tawanbaran, handana hemwilatiyan ji bo pabend nebûn bi yasayan û encamdana tawanan” didome.
Îro jî li dadgeha Enqere yê rûniştinek din a dadgehê bi amadebûna parêzerên Selaheddîn Demîrtaş bi rêve çû, lê belê Demîrtaş bi xwe bi hinceta necêgîr bûna rewşa wî ya tendirustî di rûniştinê de amade nebû, lii ser vê yekê jî nameyeka lêborînê arastey dadgehê kir.
Parêzerên Demîrtaş daxwazên xwe pêşkêşî lijneya dadweriyê kirin û piştî guhgirtin li parêzeran, dadgehê biryar da rûniştna dahatî ji bo 27 û 28ê Eyarê bihêt paşxistin.