LI IRAQÊ 111 XWEPÊŞANDERÊN DIN SERBEST HATIN BERDAN

LI IRAQÊ 111 XWEPÊŞANDERÊN DIN SERBEST HATIN BERDAN

Li Iraqê 111 xwepêşanderên ku di xwepêşandanên ku ji 1ê Cotmeha 2019an vir va dewam dikin da hatibûn binçav kirin, hatin berdan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Meclisa Daraza Bilind a Iraqê da hat diyar kirin ku di halê hazir da jimara xwepêşanderên binçavkirî 91 e.

Di daxuyaniyê da her wiha hat ragihandin ku ji xwepêşanderên ku di xwepêşandanên ku ji 1ê cotmeha 2019an vir va dewam dikin da hatibûn binçav kirin 111 jê hatin berdan, bi vî awayî jimara xwepêşanderên hatin berdan derket 2 hezar û 811an.

Meclisa Daraza Bilind herî dawî di daxuyaniya xwe ya di 18ê kanûna pêşîn a 2019an da ragihandibû ku ji xwepêşanderên hatine binçav kirin 2 hezar û 700 jê serbest berdan.

Li gor daxuyaniya Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe ya Bilind a Iraqê ya di 4ê Kanûna pêşîn a 2019an di xwepêşandanên ku ji bo pirotesto kirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên di 1ê cotmehê da dest pê kirin da herî kêm 460 kes hatin kuştin, 19 hezar kes birîndar bûn.

Pustên heman beş