EMERÎKAYÊ BANGA GOTUBÊJÊN BÊ MERIC LI ÎRANÊ KIR

EMERÎKAYÊ BANGA GOTUBÊJÊN BÊ MERIC LI ÎRANÊ KIR

Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê îro banga encamdayîna gotubêjên bê meric ji komara Îslamî ya Îranê kir, lê hem wext dest nîşan kir ku kuştina Suleymanî xwe parastin bû.

Emerîkayê li derbara kuştina fermandarê feyleqa Quds ya mihafizên şoreşa Îranê Qasim Suleymanî û karvedanên piştî vê yekê ji Neteweyên Yekbûîy re nameyek şand.

Emerîkayê, di nameyê de dest nîşan kir ku kuştina Suleymanî xwe parastine û heger pêwîst bike ji bo parastina berjewendiyên xwe dikare gavên pêwîst bihavêje û banga gotubêjên “bê şert” ji Îranê kir.

Di nameya ku ji konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re hatiye şandin de, balyoza Emerîkayê Keylî Giraft, diyar kiriye ku ew amade ne bêşert bi Îranê re rûnin û gotubêjên cidî bikin.

Pustên heman beş