TIRAMP CEZAYÊN NÛ LI SER ÎRANÊ PEJIRANDIN

TRAMPÎ CEZAYÊN NÛ LI SER ÎRANÊ PEJRANDIN

Serokê wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê îro ragihand, wî pakêceke cezayên nû li ser komara Îslamî ya Îranê pejirandin.

Piştî êrîşa moşekî ya Îranê li ser pêgeha serbazî ya Eyn el Esed li rojava Îraqê ku hêzên Emerîkî têde cî digirin û Îranê ji bo tolhildana kuştina Qasim Suleymanî ew êrîş kirbû, serokê Emerîkayê pakêceke cezayên nû li ser wî wilatî pejirandin.

Donald Tramp dibêje: min îro pakêceke nû ya cezayên abûrî li ser Îranê pejirandin û îmze li ser kir, wezareta gencînê wê li wexteke nêzîk wan cezayan îlan bike.

Her wiha dest nîşan kir, heger wî biryara cengê li dijî Îranê da, ew naxwaze veger kongirêsê û ewê wê biryarê tekalî bide.

Li derbara lihevhatina etomî, serokê Emerîkayê amaje kir, ewê lihevhatinê pereyekê yekcar mezin xiste dest Îranê de û Îranê ew pere ji bo têkdana Rojhilata Navîn bi karaniye.

Di mijara ketina balefira nefer helgir a Okrayna jî, Donald Tramp dibêje: wan goman hene ku ew balefire bi moşekekê bi şaşêtî ve hatibe xistin.

Lê di bersiva wê gomana Tiramp de, komara Îslamî ya Îranê tekez dike ku ew balefire bi tu moşeka nehatiye xistin, lê ew bi xwe ketiye.

Pustên heman beş