REJÎMA ESEDÎ KOMKUJIYEKE DIN PÊKANÎ

REJÎMA ESEDÎ KOMKUJIYEKE DIN PÊKANÎ

Ji ber êrîşên esmanî yên balafirên şer yên rejima Beşar Esed ku li Îdlibê dibe ser cî û waran li gor agahiyan 17 kes hatin kuştin.

Rejima Esed ber destê sibehê pê va li Îdlibê êrîşên esmanî bir ser navçeyên navend yên Maarratunnuman û Seraqibê û gundên Xan es-Subul, Xantutîn, Tel Mennis, Deyr Sunbul, Neyreb, Kefer Battih, Dadih, Mardibse, Ruweyha, Binneş û Hemdiyeyê.

Li gor agahiyên çavkaniyên parastina sivîl li navenda Îdlibê 7 kes, li gundê Binneşê 6 û li gundê Neyrebê jê 2 zarok 4 sivîl hatin kuştin.

Li gor agahiyan herî kêm 50 sivîl birîndar bûne û ji ber êrîşan îhtimal heye hejmara kuştiyan zêde bibe

Pustên heman beş