LI TEHRANÊ XWEPÊŞANDAN MIRINÊ JI DESTHILATÊ DIXWAZIN

LI TEHRANÊ XWEPÊŞANDAN MIRINÊ JI DESTHILATÊ DIXWAZIN

Xwepêşandan îro li Tehranê ya paytexta komara Îslamî ya Îranê dest pê kirin, xwepêşanderan silogana mirinê ji bo direwkeran di xwestin û daxwaza dest ji kar berdanê jê kirin.

Li paytexta Îranê Tehranê, li dijî xistina balefira Okrayna, îro roja şemî 11/1/2020an xwepêşandan bi dirûşmên “Mirin ji bo direwkeran” dest pê kirin.

Di xwepêşandanan de, hejmarek zêde ya welatiyan li ber zanîngeha Emîr Kebîr û pira Hafîze ya li Tehranê kom bûn û dest bi xwepêşandanan kirin.

Hat ragihandin ku hejmarek zêde ya polîs û leşkiran li ciyê xwepêşandanê belav bûne.

Xwepêşandan dirûşmên “Mirin ji bo derewkeran” dibêjin û daxwaza dest berdanê ji berpirsên Îranê dikin.

Ev xwepêşandan piştî wê yekê hatin ku sipayê Pasdarên Îranê, îro eşkere kir ku wan balefira neferhelgir ya Okraynayê xistin xwarê û di encamê de 176 kes mirin ku ji wan 82 kes welatiyên Îranê bûn.

Pustên heman beş