TIRAMP PIŞTGIRIYÊ DIDE XWEPÊŞANDANÊN TEHRANÊ

TIRAMP PIŞTGIRIYÊ DIDE XWEPÊŞANDANÊN TEHRANÊ

Serokê Wîlayetên Yekbûyî yên Emerîkayê, piştgirya wilatê xwe ji bo xwepêşandanên Tehranê ragihand ku duh bi sedema xistina balefira Okraynî destpêkirine.

Donald Tiramp, serokê Emerîkayê li hesaba xwe ya twitterê û bo cara yekemîn bi zimanê Farsî peyamek ji bo gelê Îranê şand û têde piştgirî ji bo xwepêşandananên wan li dijî desthilatê eşkere kiriye.

Tramp nivîsandiye: “gelê Îranê wêrek û sitem dîtîye, her ji bo vê sedemê Emerîka piştgiriyê dide wan û dê li ser piştigiriya xwe jî bidome”.

Her wiha dibêje: “ewên ku di xwepêşandanên gelê Îranê jî digehin, emê bi hûrî çavdêriya wan kin û piştgiriyê didin wan jî”.

Duh roja şemî 11/1/2020an bi sedema danpêdana supayê pasdarên Îranê bi xistina balefira nefer helgir ya Okraynî, xwepêşandan li Tehranê çêbûn û xwepêşanderan silogana mirin ji bo direwkeran hildan û her wiha daxwaza dest berdana desthilatê ji berpirsyarên wilatê xwe kirin.

TIRAMP PIŞTGIRIYÊ DIDE XWEPÊŞANDANÊN TEHRANÊTIRAMP PIŞTGIRIYÊ DIDE XWEPÊŞANDANÊN TEHRANÊ

Pustên heman beş