Rojnameya nîyoyorktaymiz di raporeka xwe ya dirêj de hinek ji hûrgilîyên operasyona kuştina Qasim Suleymanî li Îraqê û lihevguherîna peyaman di navbera Îranê û Emerîkayê paş bûyerê ji bo dîtina çareseriyan ji bo kûrtir nebûna kirîzê xeber dide.
Ev rojname dinvîse ku rayedarên dewleta Tiramp li Emerîkayê ji bo 18 mehan nîqaş li ser hedef kirina fermandarê supayê Quads ya Îranê kiriye gelo aya pêdvî dike were kuştin yan jî ne.
Li gor zanyariyên di vê raporê de hatine parvekirin dema ku li meha rabûrî de bi êrîşa li ser çar neftkêşan pevçûn digel Îranê gihay asta blind, Can Bolton, şîretkarê wê demê yê asayîşa netewî yê serok Komarê Emerîka, ji supa û saziyên ewlehî yên Emerîkayê xwest hinek xalan ji bo paşvebirina hewlên Îranê diyar bikin.
Li gorey rapora vê rojnameyê yek ji xalên hatiye baskirin ji bo Bolton kuştina Qasim Suleymanî û hinek din ji rayedarên supayê pasdaran bû. Ji wê demê bo ku pêkol ji bo diyar kirina seferên Qasim Suleymanî zêdetir bûn.
Nîyoyorktaymiz dinvîse ku paş armanc kirina Qasim Suleymanî li roja 3/1/2020 li derdora balefirxaneya Bexdayê, Wîlayetên Yekbûyî di hinek peyamên nihênî de ji aliyê sefareta Soîsê, Îran neçar kir ku bi tundî tolhildanê nekit ku Donald Tiramp neçar be karvedanek tundtir ji kuştina Qasim Suleymanî nîşan bide.
Elî Fiduy cêgirê fermandarê giştî yê supayê pasdaran sebaret peyama Emerîka ku bi rêya Soîsê bi wan gihandî tekez kir û ragihandibû:”Emerîkîyan serê sibê ya roja eynî bi rêyên dîblomasî û rêyên din dixwast peywendiyê digel Îranê bikin û xwe bi mere ragihand ger hun dixwazin tolhildanê jî bikin, li gorey karê ku me encam day, tolhildanê bikin, di demekê de ku ew nikarin tu tiştekê destnîşan bikin”.
Îranê serê sibeya roja çarşemî 8/1/2020 bi teqandina 16 moşekan beref pêgehên serbazî yên Emerîka li Îraqê de karvedana xwe nîşan da bê ku zirar bigehe kesekê, ev yek nimayîşek ta radeyek bê xeter bû ji hêza Îranê.
Nîyoyorktaymiz berdewam dike û dinvîse Îran paş vê êrîşê bi rêya Soîsê peyamek ji Emerîkayê re şand û têde ragihand ev yek dawiya tolhildana Îranê ye di niha de:”ev peyam ku pênc xolekan paş wergirtinê ji aliyê Soîsê giha Waşintonê, serok komar razî kir tu karvedanan nîşan nede”.