LI ROJHILATA NAVÎN BI TENÊ YEK SERKIRDE HAYDARÎ KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ BÛ

LI ROJHILATA NAVÎN BI TENÊ YEK SERKIRDE HAYDARÎ KUŞTINA QASIM SULEYMANÎ BÛ

Rojnameyeke Emerîkî amaje bi wê dike, pêş kuştina Qasim Suleymanî, Emerîkayê tenê serkirdeyek li rojhilata navîn derbarê pîlana kuştina Qasim Suleymanî fermandarê supayê Quds yê Îranê de agahdar kirbû.

Rojnameya “New York Times” a Emerîkî ragihand, Netanyahu take serkirde bûye ku ji aliyê Maîyk Pompeo, wezîrê derveyê emerîkayê ve pêş kuştina Qasim Suleymanî pîlana kuştina Suleymanî ji wî re hatye eşkere kirin.

Li gor New York Times, serok wezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu hatbû agahdar kirin ku Emerîka mijûlî dariştina pîlaneke serbaziye ji bo kuştina Qasim Suleymanî. Ji bilî Netanyahu tu berpirs yan serkirdeyek din li rojhilata navîn li ser vê bûyerê nehatbû agahdar kirin.

Vê rojnameyê herweha eşkere kir ku Dezgeha îstixbarata Îsraîlê li Sûriyê çirke bi çirke zanyariyên îstixbaratî didane ajansa îstixbarata navendî ya Emerîkayê li ser tevger û geştên firokevanîyên Qasim Suleymanî.

Tê zanîn ku li roja 3ê vê mehê, Qasim Suleymanî, fermandarê supayê Quds a supayê pasdarên Îranê û Ebo Mehdî Muhendis, cêgirê serokê desteya heşda şebî û hejmareke fermandarên supayê pasdaran û heşda şebî li ber firokexaneya Bexdayê ji aliyê firokeya bê pîlota Emerîkayê ve hatin kuştin.

Pustên heman beş