TIRAMP BO SERKIRDEYÊN ÎRANÊ: “XWEPÊŞANDERAN NEKUJIN”

TRAMP BO SERKIRDEYÊN ÎRANÊ:"XWEPÊŞANDERAN NEKUJIN"

Serokê wîlayetên yekbûîy yên emerîkayê îro peyam ji bo desthilata Îranê şand û ji wan xwast ku xwepêşanderan nekujin.

Serokê emerîkayê îro li hesaba xwe ya twitterê peyam ji bo desthilata komara îslamî ya Îranê şand û têde bi zelalî ji wan xwastiye ku vê carê xwepêşanderan nekujin, û got: “cara din hewe bi hezaran ji wan kuştine û zîndan kirine, cîhan teiqîba hewe dike”.

Serokê emerîkayê her wiha di nivîsîne: “ji evê hemûyê giringtir, Emerîka çavdêriya hewe dike, xeta înternêtê vegerînin û azadiyê bidin rojnamevanan û ji kuştina gelê xwe yê mezn rawestin”.

Ev peyama serokê emerîkayê ji bo Îranê hemwexta birêveçûna xwepêşandanên tehranê tê ku duh bi sedema danpêdana supayê pasdaran ji bo xistna balefira nefer hilgira Okraynî dest pê kirine.

TRAMP BO SERKIRDEYÊN ÎRANÊ:"XWEPÊŞANDERAN NEKUJIN"

Pustên heman beş