EMERÎKA GEFA SIZAYÊN ABÛRÎ LI ÎRAQÊ DIKE

EMERÎKA GEFA SIZAYÊN ABÛRÎ LI ÎRAQÊ DIKE

Rojnameya” Wol Stirît” belavkir, ger Îraq biryara derkirina hêzên Emerîka li Îraqê jiber kuştina Qasim Suleymanî fermandarê feyleqa Qudis a supayê pasdarên Îranê bêxe warê cîbcîkirinê de, li wê Donald Tiramp serokê Emerîkayê dê abûra Îraqê lawaz bike.

Vê Rojnameyê ji zardevê hinek ji rayedarên Îraqî ku nexwastîne navê wan were eşkere kirin balav kiriye, wezareta derve ya emerîkayê hişdarî daye îraqê ku hejmara banka navendî ya Îraqê di benka federalî li Nîyuyorkê qepat biket, eger Îraq biryara derkirina hêzên emerîkayê li îraqê jiber kuştina Qasim Suleymanî bêxe warê cîbcîkirinê de.

Li gorey wan rayedarên Îraqî ger wezareta derve ya Emerîka vê hengavê bihavêje li wê demê dê zirarek mezin bi abûra îraqê kevît, jiberku hemû dahatê firoştina petrola îraqê diçe nav benka federalî li Nîyuyorkê, Îraq heta pere ji bo pêdana mûçe û girêbestên giştî jî li vê benkê dikêşît.

Tê zanîn ku li hefteya rabûrî de serokê Emerîka, Donald Tiramp gef li Îraqê kirbûn ku ger Bexda daxwaza vekêşana hêzên Emerîka li îraqê bide li wê demê Emerîka wê sizayên abûrî yên herî mezin liser Îraqê bisepîne.

Pustên heman beş